Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku wan li gundewarê bajarokê Til Hafirê yê başûrê rojhilatê kantona Tebqayê, hewldaneke derbasbûnê ya çekdarên hikûmeta Şamê têk biriye.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi rêya hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek belav kir û diyar kir ku şervanan li hemberî hewldana derbasbûnê û topbaranê li ber xwe daye.
“Hêzên me ew hewldan bi temamî têk bir”
Di daxuyaniya Navenda Ragihandinê de wiha hat gotin:
“Hêzên me bi awayekî tund li hemberî hewldanên derbasbûnê û êrişên topbaranê yên komên bêserûber ên ser bi hikûmeta Şamê ve li herêma Dêr Hafirê li ber xwe da û ew hewldan bi temamî têk bir.
Hêzên me teqez dikin ku berpirsyariya tam a van êrişan dikeve ser milê wî aliyê ku bi binpêkirinên ducare dest bi aloziyê kiriye û aramiya giştî dixe xeterê.
“Rewş bi temamî di bin kontrolê de ye”
Di heman demê de hêzên me hemû şêniyan piştrast dikin ku rewş bi temamî di bin kontrolê de ye û ew ji bo bersivdana her destdirêjiya nû, di amadebaşiyeke herdemî de ne.
Her wiha, hêzên me pêbendbûna xwe ya bi erka niştimanî ya parastina ax û gel ducare dikin û teqez dikin ku her hewldana din a êrişê, dê bi bersiveke tund re rû bi rû bimîne ku ewlehiya herêmê û rûmeta xelkê wê biparêze.”
“Rewş niha aram e”
Berpirsê Navenda Ragihandinê ya HSDyê Ferhad Şamî jî di daxuyaniyeke kurt de ji rojnamegeran re got, "Rewş niha aram e."
Divê were gotin ku derbarê ziyanên canî yên ku ji ber topbarana dualî çêbûne, ti agahiyên fermî nehatine parvekirin.