TAYBET - Şamê çima ENKS vexwend û rola Enqereyê çi ye?

.

Serokê Tevgera Xwebûnê Ebdulbaqî Yûsif got armanca hikûmeta Sûriyeyê ne diyalog e lê ew dixwaze yekrêziya Kurdan têk bide.

Serokê Tevgera Xwebûnê Ebdulbaqî Yûsif, vexwendina şandeke Encûmena Niştimanî ya Kurdî ya Sûriyeyê (ENKS) ji bo Şamê wekî pêngaveke bi armanca “têkdana yekrêziya Kurdan” bi nav kir û got, “Bi baweriya me, rola serekî ya Enqerê di vî warî de heye.”

Li ser torên civakî lîsteyeke ku tê îdiakirin ji 15 endamên Encûmena Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) pêk tê ji bo serdana Şamê hatiye amadekirin, belav bûye.

Li gorî îdiayan ev şande ji aliyê Serokkomarê Demkê yê Sûriyeyê Ehmed Şer ve ji bo Şamê hatiye vexwendin.

Berdevkê ENKSyê Feysel Yûsif jî li ser vexwendina ji aliyê hikûmeta Sûriyeyê ji Rûdawê re gotibû, “Eger em bên vexwendin emê herin lê em dê aliyên din jî agahdar bikin.”

Serokê Tevgera Xwebûnê Ebdulbaqî Yûsif bû mêhvanê podkasta “Çavê Sêyem” a Rûdawê ku ji aliyê Hisên Omer tê pêşkêşkirin û derbarê vexwendina ENKSyê ya Şamê pirsên Hisên Omer bersivandin.

Ebdulbaqî Yûsif ragihand ku helwesta nû ya Hikûmeta Sûriyeyê ya ji bo hevdîtina bi ENKSyê re, guhertineke siyasî ya berbiçav e lê divê bi guman nêzîkatiya wê bê kirin.

"Siyaseta Hikûmeta Sûriyeyê hatiye guhertin"

Yûsif diyar kir ku di destpêka guhertinên li Sûriyeyê de, ENKSyê çend caran hewl da ku bi rayedarên Şamê re bicive lê hemû hewlên wan bê encam man û got:

“Bêguman, eger em îro li vê helwesta Hikûmeta Sûriyeyê binêrin, em dê bibînin ku berevajî helwesta wê ya berê ye.

Yanî, Encûmena Niştimanî ya Kurdî di destpêkê de dema ku Kurdan şandeka xwe bo Şamê şand, gelekî hewl da ku Ehmed Şera bibîne yan kesekî din ji sefên nêzikî wî. Lê wê çaxê kesekî pêşwaziya wan nekir. Ez zanim heta hin wasite jî xistin nav meselê û tiştek wilo pêk nehat.”

"Hikûmet dixwaze yekrêziya Kurdî têk bide"

Serokê Tevgera Xwebûnê amaje pê kir ku armanca sereke ya vexwendina Şamê ne avakirina diyalogê ye, belkî têkdana yekrêziya Kurdan e ku di demên dawî de hatibû avakirin.

Ebdulbaqî Yûsif got, “Bi baweriya me da, armanca wê ne gotûbêj e li gel Encûmena Niştimanî ya Kurdî, bi qasî ku dixwaze sefa Kurdî ji hev bixe.”

Yûsif bi bîr xist ku di kongreya yekrêziya Kurdî de ku meha Nîsanê hatibû lidarxistin, biryar hatibû dayîn ku şandeyeke hevbeş a Kurdî were avakirin lê hikûmeta demkî ew biryar red kir û rê neda wê şandeyê.

"Destê Enqerê di vexwendinê de heye"

Li ser pirsa ka gelo destê dewletên derve di vê vexwendinê de heye yan na, Yûsif bi awayekî rasterast îşaret bi rola Tirkiyeyê kir û got:

“Bi baweriya mib rola serekî ya Enqerê di vî warî de heye.”

Yûsif ji bo bihêzkirina nêrîna xwe daxuyaniyên berê yên rayedarên Tirk bi bîr xist û wiha pê de çû:

“Dema Serok Erdogan li bîranîna Şerê Milazgirtê got ku ew dikarin Kurdan biparêzin û yên berê xwe nedin wan dê zirarê bibînin, ev gefek bû. Piştre Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan got ku hin dostên wan partiyên Kurdî ne û îşaret bi ENKSyê kir ku pêwendî bi wan re danîne.”

Ebdulbaqî Yûsif da zanîn ku divê ENKS bi hişyarî tevbigere û nekeve nav planên ku zirarê didin yekîtiya Kurdan û tekez kir ku divê her pêngavek di çarçoveya şandeya hevbeş a Kurdî de û bi agahdariya hemû aliyan be.

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Li Bakurê Kurdistanê rewşa zimanê Kurdî - Mustafa Uzun*
Çarenivîsa serkirdeyên Hemasê: Kî maye, kî hatiye kuştin?
Rêberên Erebistana Siûdî, Îmarat û Urdunê serdana Qeterê dikin
Li Helebê şer: HSD û Şam çi dibêjin?
TEBQA - Hêzên Şamê hewl da derbas bibin lê şervanan hewla wan têk bir