TAYBET - Jin li Başûrê Kurdistanê di çi rewşê de ne?

.

 Wekîla Wezareta Kar û Kar û Barên Civakî ya Herêma Kurdistanê Zekiya Seyd Salihê eşkere kir ku di 5 sitargehên li Herêma Kurdistanê de 97 jin hene ku rûbirûyî tundiyê bûne.

Zekiya Seyd Salih bû mêhvana bultena Nûrojê ya Rûdawê û ji Nalîn Hesenê behsa rewşa jinan a li Herêma Kurdistanê kir.

"Di her pênc sitargehan de 97 jin hene"

Zekiyayê li ser hejmara sitargehên jinan û jinên ku li wan dimînin ev agahî dan:

"Li Herêma Kurdistanê 5 sitargehên me hene; sê ji wan sitargehan mayînde ne ku li Hewlêr, Dihok û Silêmaniyê ne, du sitargehên demkî jî hene ku 72 demjimêrî ne.

Di her pênc sitargehan de 97 jin hene. Di sitargehên demkî de jin 72 demjimêran dimînin.

Eger dosyeya wan bi malbatê re çareser nebû, wan vediguhêzin sitargehên mayînde, eger çareser bû jî vedigerin nava malbata xwe."

16 zarok li gel dayîkên xwe ne

Wê da zanîn ku zarokên hinek jinan jî li gel wan di sitargehan de ne û got:

"Niha 16 zarok li gel dayîkên xwe di sitargehên Herêma Kurdistanê de ne, hinek jin hene zarokên ji 6 salî biçûktir li gel wan in."

Kampanyaya rûbirûbûna tundiya li jinan a ku wekî "16 rojên pirteqalî" tê binavkirin, îro dest pê kir û dê 10ê Kanûna Pêşîn bi dawî bibe.

Kampanyaya îsal bi dirûşma "Bidawîanîna tundiya dijîtal a li keç û jinan" tê lidarxistin.

Tundiya dijîtal û metirsiya hişê çêkirî

Îsal cîhan balê dikişîne ser tundiya dijîtal, ji ber ku ev cureyê tundiyê bi pêşketina amûrên hişê çêkirî (AI) re bi şêweyekî metirsîdar belav dibe.

Tacîza dijîtal, belavkirina nûçeyên sexte û çêkirina vîdeoyan bêyî riza zêde bûne.

Li gorî amarên Banka Navneteweyî, ji bo parastina jinan a ji tacîza elektronîk yasayên guncav ên kêmtirî ji sedî 40ê welatên cîhanê hene.

"Yek ji sê jinan tûşî tundiya elektronîk dibe"

Zekiyayê diyar kir ku derbarê tacîza elektronîk a li Herêma Kurdistanê amarên teqez li ber dest nînin û wiha axivî:

"Dataya rast li ber destê me nîne lê jin nîne ku tûşî tacîza elektronîk nebe, çi bi rêya telefonê be çi jî bi çêkirina tohmetekê be.

Li gorî amaran yek ji sê jinan tûşî tundiya bi amûrên elektronîk dibe."

Li gorî amarên Neteweyên Yekbûyî, sala 2024an li hemû cîhanê 83 hezar jin hatine kuştin.

Ji sedî 60ê wan, ango rojane 137 jin û her 10 deqîqeyan jinek, bi destê yar an xizmên xwe hatine kuştin.

Herî zêde dosye li Hewlêrê ne

Zekiyayê amaje bi cureyên tundiya li jinan a li Herêma Kurdistanê kir ku piranî malbatî ne û got:

"Cureyên tundiyê zêdetir malbatî ne. Wekî mînak ji 1ê Kanûna Paşîn a 2025an heta 1ê Çiriya Paşîn a 2025an li Hewlêrê 278 dosye hatine tomarkirin ku 158 ji wan tundiya malbatî bûne û herî zêde jî tundiya fizîkî ye."

Wê di heqê parêzgeha ku herî zêde dosye lê hatine tomarkirin de jî wiha got:

"Asayî ye ku Hewlêr di rêza yekem de be, ji ber ku paytext e û parêzgeheke berfireh e.

 Ji bilî dosyeyên navxweyî, dosyeyên kesên biyanî û yên başûr û naverasta Îraqê jî hene.

Wekî mînak ji 1ê Çiriya Paşîn a 2024an heta 1ê Çiriya Paşîn a 2025an li Hewlêrê 38 dosyeyên başûr û naverasta Îraqê, 11 Sûriyeyî û yek Îranî hatine tomarkirin."

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Pêla erebkirinê Kerkûkê berdewam e: Li gundekî ji 70 malan tenê 3 mal mane
Nêçîrvan Barzanî: Paşeroja Kurdistanê girêdayî bihêzkirina jinan e
Şam piştî rakirina cezayan bi êrişa li ser Kurdan tê tawanbarkirin
DIVÊ EM LI DIJÎ ŞIDETA LI SER JINAN RAWESTIN!
Li Stockholmê Pêşengeha Kitêban Kurdî