TAYBET - Îraq: Em dê petrola Kerkûkê bi rêya Herêma Kurdistanê bifiroşin

.

Wezîrê Petrolê yê Îraqê Heyan Ebdulxenî ragihand ku ew plan dikin di demeke nêzîk de petrola Kerkûkê di ser Herêma Kurdistanê re bifiroşin derve.

Wezîrê Petrolê yê Îraqê Heyan Ebdulxenî ji Rûdawê re axivî û hûrgiliyên peymana nû ya bi şirketa Amerîkayê Chevronê re û plana firotina petrolê eşkere kirin.

Alîkarê Serokwezîr û Wezîrê Petrolê yê Îraqê Heyan Ebdulxenî îro ji Rûdawê re ragihand ku wan 23yê vê mehê ji bo wergirtina qadên Qurneya Rojava-2 û Beledê ya li parêzgeha Selahedînê bi Chevronê re du peyman îmze kirine.

Heyan Ebdulxenî diyar kir ku ev peyman ji bo aboriya Îraqê gelekî girîng e.

Şirketa Rûsyayê Lukoilê sala 2008an erkê bipêşxistin û derxistina petrolê ya li qada Qurneya Rojava-2 wergirtibû.

Li gorî gotina Wezîrê Petrolê, destpêkê peymaneke sêalî di navbera şirketa Chevron, Lukoil û Şirketa Petrolê ya Besreyê de hatiye kirin da ku qad radestî şirketa Amerîkayê were kirin û pişt re peymana sereke hatiye îmzekirin.

“Hilberîn dê bigihe 800 hezar bermîlî”

Qada Qurneya Rojava-2 rojane nêzîkî 450 hezar bermîl petrol hildiberîne.

Heyan Ebdulxenî derbarê vê yekê got:

"Li gorî peymanê dê Şirketa Petrolê ya Besreyê demekê li parzûngehê bixebite û pişt re radestî Chevronê bike.

Piştkî ku Chevronê dest bi kar kir, hilberîna petrolê ya wê parzûngehê dê bigihe 750 heta 800 hezar bermîlî û dibe ku zêdetir jî bibe."

Wezîr li ser Parzûngeha Beledê ya li Selahedînê jî got:

"Ev çend sal in karê li wê derê rawestiyaye. Piştî ku Chevron dest bi kar bike dê hilberîn bigihe nêzîkî 300 hezar bermîlî."

“Dê bi hezaran derfetên kar çêbin”

Birêvebirê Şirketa Petrola Bakur Amir Xelîl jî ji Rûdawê re got:

"Nêzîkî hefteyek an jî 10 rojên din Chevron dê li Parzûngeha Beledê dest bi kar bike."

Amir Xelîl diyar kir ku bi destpêkirina karê wê şirketê re tê çaverêkirin ku ji bo xelkê Selahedînê 5 heta 10 hezar derfetên kar çêbibin.

Firotina petrola Kerkûkê ya di ser Herêma Kurdistanê re

Heyan Ebdulxenî li ser hinardekirina (firotina derve) petrola Herêma Kurdistanê jî axivî û diyar kir ku rojane di navbera 200 û 210 hezar bermîlan de hinarde tê kirin û ew hewl didin vê rêjeyê zêde bikin.

Wî eşkere kir, plana wan ew e ku di demeke "kêm" a bê de "rojane 50 hezar bermîl petrola Kerkûkê" bi rêya boriya Herêma Kurdistanê bişînin Bendera Ceyhanê ya Tirkiyeyê bikin.

Bexda, Hewlêr û şirketên petrolê 22yê Îlona par peymaneke sêalî îmze kiribû û ev peyman heta 31ê Adara îsal hatibû dirêjkirin.

Wezîrê Petrolê yê Îraqê li ser vê mijarê got:

"Peyman dê were dirêjkirin. Pêwendiyên me yên bi Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê re didomin û em bawer dikin ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî dixwaze peymanê nû bike."

Hêjayî gotinê ye ku Îraq rojane nêzîkî 4,5 milyon bermîl petrol hildiberîne û 3,5 milyon bermîlan jî hinarde dike (difiroşe derve).

(Rûdaw) 

Kurdistan Haberleri

Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK): Em Ava Kirina “Hevpeymanîya Hêzên Sîyasî yên Kurdistana Îranê” Pîroz Dikin
Koşka Spî careke din kandîdbûna Nûrî Malîkî red kir
Xelkê Xaneqînê ji guhertina îdarî û demografîk ne razî ne
Cecilia Strad: Em ji bo parastina statuya Herêma Kurdistanê amade ne
Îranê cezayê bidarvekirinê yê 2 ciwanên Kurd pejirand