Tanrıkulu: Rêxistina perwerda Kurdî ne şaredariya CHPê, qeymeqamî girtiye

.

 Parlementerê CHPê yê Diyarbekirê Sezgin Tanrıkulu li ser girtina Rêxistina Avestayê ya Lêkolîna Çand û Zimanê Kurdî ya li navça Konak a bi ser bajarê Îzmîrê de ku hatibû girtin an mohrkirin, ragihand ku şaredarê Konakê yê CHPê Avestayê negirtiye û mohrkirin ji aliyê qeymeqamiya Konakê de hatiye kirin.

Tanrıkulu ragihandinê di ser hesabê xwe yê medya civakî de kir û got:

“Yê fermanê daye Rêvebiriya Perwerdê ya bajarê Îzmîrê û qeymeqamniya Konakê ye. Eger qeymeqamî îznê bide, şaredariya Konakê dikare ji bo Avestayê ruxsetê bide û di mijarê de ti pirsgirêk tine.”

Ajansa Rûdawê do gotibû ku Ajansa Welat (AW) ragihandiye ku şaredariya Konakê Avestayê girtiye.

Tanrıkulu her weha bi parvekirina ser medya civakî re belga nivîsa qeymeqamiya Konakê jî weşand.

Tanrıkulu her weha got ku piştî min vê belgeye weşand gelo hun ê heman bertekê nîşanî AKPê jî bidin?

Kurdistan Haberleri

Deriyê xwe ji Belçîkayê re girtibû: Cîhan pesnê qelevanê Kurd dide
JD Vance: Em dixwazin Rojhilata Navîn bi dîplomasiyê biguherînin
Şikefta Hezar Mêrd.. Cihekî ji serdema kevirî li Silêmaniyê
Netanyahu: Me rê li ber rûxandina birêvebiriya Tehranê xweş kir
Hevpeyvîn digel “Mîrza Akar” Endamê Rêveberîya Partîya Welatparêzê Kurdistan-PWK