Talîbanê li Qendeharê 100 sivîl kuştin

,

 Piştî vekişîna hêzên Amerîka û NATOyê ji Afganistanê rewşa welat gihîştiye asteke metirsîdar ku Talîbanê êrîşên xwe yên ser hêzên hikûmetê û sivîlan zêde kirine.

Weşana Tolo News a Afganî ragihandiye ku hêzên Tevgera Talîbanê li Qendeharê piştî talankirina malan, 100 sivîl kuştin.

Li gorî nûçeyê herêma Sibîn Boldakê ya wîlayeta Qendeharê piştî ku ji Talîbanê ve hat kontrol kirin0, bêhtirî 100 kesên sivîl jî bi destê çekdarên Talîbanê hatine kuştin.

Hikûmeta Afganistanê, Talîban bi kuştina sivîlan tawanbar kir, Talîbanê jî red kir ku wan sivîl kuştine û diyar kiriye, heta serokê welêt li desthilatê be, wê Afganistan ti caran aram nebe.

Herwiha Berdevka Wezareta Navxwe ya Afganistanê Mîrways Stanîkzay jî piştrast kiriye û gotiye, Talîbanê êrîşî Sibîn Boldakê kir, malên sivîlan talan kirin û 100 kes kuştin.

Rojhilta Navîn Haberleri

Rubio: Barrack êdî ne Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Kar û Barên Sûriyeyê ye
Amerîkayê êriş kir, Îranê bersiv da
Mucteba Xamineyî ji bo uranyumê biryar da
Amerîka û Îran nêzîkî peymanê ne: Naveroka pêşniyarê çi ye?
Trump: Egera destpêkirina êrîşên li ser Îranê heye