Talîban û hukumeta Afxan wê muzakereyan bikin

Rêxistina Talîbanê û hukumeta Afxanistanê wê sibê li payîtexta Qatarê li Dohayê dest bi muzakereyan bikin. Ragihandina babetê ji aliyê serokkomariya Afxanistanê de hat kirin. Serokatiya heyeta Afxanistanê ya hukumetê, serokê berê yê îstîxbaratê Masûm Stan

 

Rêxistina Talîbanê û hukumeta Afxanistanê wê sibê li payîtexta Qatarê li Dohayê dest bi muzakereyan bikin. Ragihandina babetê ji aliyê serokkomariya Afxanistanê de hat kirin. Serokatiya heyeta Afxanistanê ya hukumetê, serokê berê yê îstîxbaratê Masûm Stanikzey girte ser milên xwe.

Heyet ji grûb û partiyên cuda pêktê û di nava wan de 4 jin bi temamî 21 kes hene. Heyet îro giha Doha ya Qatarê. Di nava jinan de jina bi navê Fewziye Kûfî ragihand ku wê pêvajoya aştiyê bi zahmetî be lê hêviya wê heye. Kûfî weha got:

“Divê di muzakereyan de mafên jinan bê garantîkirin. Heya şer piralî be divê li ser her aliyê şer bê axaftin.”

 

Rojhilta Navîn Haberleri

Rêberê Şîe bangî Kurd û Suniyan kir: Ji Amerîkayê bawer nekin
Fuad Husên û Hakan Fidan xurtkirina pêwendiyan gotûbêj kirin
Fîdan û berpirsên Îraqê civiyan: Çekdanîn û mijara Şingalê hatin gotûbêjkirin
Bexda û Şamê li hev kir: Ji bo ewlehiya sînor komîsyoneke hevpar tê avakirin
Fermandarê CENTCOMê: Komên çekdar ên Îraqê mûçeyên xwe didin Îranê