Taktîkên nû yên Îranê û kêmbûna mûşekên Amerîkayê

.

Meha borî, di nava 5 rojên tijî alozî de, Îranê bi dehan dron û mûşek avêtin hêzên Amerîkayê yên li 3 baregehên leşkerî yên li Urdinê.

Komara Îslamî ya Îranê bi vê yekê xwest sîstemên parastina asmanî yên Amerîkayê derbas bike.

Îranê bi mûşekên bipêşketî yên ku dikarin ji nişka ve arasteya xwe biguherînin êrişî sîstema parastinê ya baregehan kir.

Vê yekê Amerîka neçar kir ku hejmareke zêde ya mûşekên Patriotê bi kar bîne ku hejmara wan di depoyên Amerîkayê de kêm bûye.

Roja pêncem, Îraniyan karîbû sîstemên parastinê derbas bikin, 17ê Tîrmehê, mûşekek li beşa niştecihbûnê ya baregehekê ket.

Di encamê de 3 leşkerên Amerîkayê mirin û zêdetirî 100 leşker jî birîndar bûn.

Paşê rayedarên Pentagonê qebûl kir ku hejmareke zêde ya leşkeran birîndar bûne û di êrişên wê hefteyê yên li Urdinê de zerer gihiştiye çend balafiran jî.

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio li ser pirseke têkildarî vê êrişa kujer got, "Me hema bêje hemû mûşek xistin xwarê lê yek ji wan derbas bû."

Du taktîkên ji Rûsya û Ukraynayê

Ev êriş nîşan didin ku du araste gihîştin hev, ya yekem, Îranê bi berdewamiya şerê li gel Amerîkayê re şarezayî bi dest xistiye.

Îran fêr bûye ka çawa sîstemên parastina asmanî yên Amerîkayê derbas bike û qada şer li piraniya herêmên Rojhilata Navîn berfireh kiriye.

Hevpeymanên wê yên wekî Hûsiyên li Yemenê û komên çekdar ên li Îraqê jî di nav vî şerî de ne.

Ya duyem, depoya mûşekên parastinê yên Pentagonê bi lez kêm bûye. Ev çek roj bi roj di vî şerî de bihatir dibin.

Ev her du araste rastiyekê diselmînin ku di mehên piştî destpêkirina şer de derketiye holê.

Ew jî ev e ku hêzeke mezin a cîhanî ya xwedî artêşeke zebeş, hîn jî dikare ji aliyê 'dijminekî biçûktir' ve were rawestandin. Dijminekî ku amade ye ji bo dîtina her xaleke lawaz şerekî nehevseng bike.

Li gorî gotina du çavkaniyên ku agahdarî asta depokirina çekên Amerîkayê ne, Pentagonê di vî şerî de zêdetirî hezar û 500 mûşekên Patriotê bi kar anîne û kêmtirî hezar û 700 mûşekî mane.

Amerîkayê di tevahiya sala 2025an de tenê nêzîkî 600 mûşekî hilberandiye.

Ev kêmbûna bilez di demekê de ye ku Îran mijûlî lêkolîna li ser şerekî din e.

Li Ukraynayê, Rûsya têkeleke mûşekên balîstîk û krûzê bi kar tîne da ku sîstemên parastina asmanî mijûl bike û paşê dronan dişîne.

Serokê Beşa Parastin û Ewlehiyê yê Navenda Lêkolînên Stratejîk û Navneteweyî Seth Jones dibêje:

"Îraniyan karê sîstemên parastina asmanî zehmet kiriye dema ku çend cureyên mûşek û dronan bi hev re dişînin.

Wan bi awayekî bibandor taktîka Rûsyayê bi kar aniye da ku parastina navçeyên cuda yên Kendavê zehmettir bikin."

Li gorî gotina du berpirsên Amerîkî, tenê di rojeke wê hefteya tijî alozî ya meha borî de, CENTCOMê li Rojhilata Navîn nêzîkî 50 mûşekên Patriotê avêtine. Mesrefê her yekî ji wan nêzîkî 4 milyon dolarî ye.

Pentagon di wan mehên piştî bidawîhatina şerê 40 rojî de, bi berdewamî rû bi rûyî rexneyên tund bûye ku hewl daye wê yekê kêm nîşan bide.

Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Pete Hegseth 8ê Nîsanê ji rojnamegeran re gotibû ku bernameya mûşekî ya Îranê "bi pratîkî hatiye têkbirin" û platform û mûşekên wan "kêm bûne û hema bêje bi temamî bêbandor bûne."

Piraniya mûşek û platformên Îranê di dezgehên mezin ên binerdî de hatibûn komkirin. Hêzên Amerîka û Îsraîlê di 5 hefteyên yekem ên şer de ew der bi tundî bombebaran kirin.

Lê Îranê piraniya wan cihan ji nû ve kolan û dest bi avêtina mûşekan kir.

Vê yekê jî bû sedem ku hatûçûya keştiyan a li Tengava Hurmizê hema bêje raweste û bibe gef li ser leşkerên Amerîkayê yên li navçeyê.

Profesorê Zanîngeha Johns Hopkinsê Valî Nasr dibêje:

"Serok Trump û şêwirmendên ewlehiya neteweyî wisa difikirîn ku dê şer kurt be û zererê nede depoya mûşekên Patriotê.

Lê pisporên Îranê dibêjin, Tehran ji destpêka şerê beriya 5 mehan ve li benda vê kêliyê bûye.

Di şerê 12 rojî yê Hezîrana 2025an de, serkirdeyên Îranê dîtin ku hêzên Îsraîl û Amerîkayê çi qas bi lez mûşekên parastinê bi kar tînin da ku dron û mûşekên wan têk bibin."

Êrişên herî bixwîn ên Îranê yên li ser hêzên Amerîkayê yên li Urdinê, Baregeha Asmanî ya Muwafaq Saltî yan jî Baregeha Ezreqê kirin armanc.

Ev baregeheke leşkerî ya Urdinê ye û Hêza Asmanî ya Amerîkayê wekî navendeke sereke ji bo bi dehan balafir û hezaran leşkeran bi kar tîne.

Piraniya wan leşkerên Amerîkî yên ku berê li Kuweyt, Behrêyn, Qeter û Îmaratê bûn, veguhastin baregehên wekî 'Muwafaq Saltî' yên li Urdinê.

Ji ber ku ji Îranê dûrtir bûn û li hemberî êrişên dron û mûşekên balîstîk ewletir dihatin dîtin.

Piştî êrişa 17ê Tîrmehê, fermandarên leşkerî yên Amerîkayê sîstemên xwe yên parastina asmanî yên li Urdinê û navçeyên din xurttir kirin.

Pisporên leşkerî yên Amerîkayê ku lêkolîn li ser êrişên li Ukraynayê jî kirine, bi mehan e bi Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) re kar dikin û tecrubeyên wî şerî parve dikin.

Du ji wan sê leşkerên ku li Urdinê mirin, endamên yekîneyên parastina asmanî yên li Almanyayê bûn û beşek ji wan hewldanan bûn.

Taktîka dronên Îranê ji bo lêdana armancê

Li gorî raporeke New York Timesê, ev rewşa nû encamên jeopolîtîk bi xwe re tîne.

Berpirsên Amerîkayê piştrast kir ku dawiya Tîrmehê, Trump li ser kêmbûna çekên Amerîkayê ji Pete Hegseth pirsî ye.

Wezareta Şer a Amerîkayê eşkere dibêje ku kêmbûna çekên wan nîne.

Berdevkê Pentagonê Sean Parnell ragihand:

"Propagandaya kêmbûna cebilxaneya Amerîkayê dûrî rastiyê ye.

Dema ku medya van derewan mezin dike, dijminên me ji bo êrişkirina ser leşkerên me wêrektir dibin."

Beriya du hefteyan, Trump êrişên asmanî yên li ser Îranê rawestandin.

Ev yek piştî wê hat ku serkirdeyên Erebistana Siûdî, Îmarat û Qeterê jê xwest ku ji bo bidawîanîna şer serî li dîplomasiyê bide.

Li gorî medyaya Îranê, ji ber vî şerî nêzîkî hezar û 700 kesên sivîl mirine.

Cîgirê Şahê Erebistana Siûdî Mihemed bin Selman ji Trump re ragihandiye ku êrişeke mezin dê bibe sedem ku Îran bersivê bide dezgehên enerjiyê yên li navçeyê.

Berpirsekî Erebistana Siûdî dibêje:

"Ji ber kêmbûna mûşekên Patriotê û şiyana Îranê ya derbaskirina wan sîstemên parastinê, metirsî gelekî rastîn bûn.

Ji ber vê yekê mîr ji Trump xwestiye ku rewşê aram bike."

Êrişa li Urdinê ne cara yekem bû ku Îran taktîka xwe di vî şerî de diguhere.

Di meha Nîsanê de, Îranê li başûr balafireke F-15E ya Amerîkî bi mûşekeke milî xist.

Pîlot hat rizgarkirin lê alîkarê pîlot du rojan winda bû heta ku ji aliyê hêzên taybet ve hat rizgarkirin.

Di vê rewşê de, Îran ji Ukraynayê fêr bû û komek dron li wê navçeyê belav kirin ku balafirên Amerîkî lê bûn.

Tîma balafirê gotiye ku sîstema parastinê ya balafirê tenê nîv çirke beriya lêketina mûşekê hişyarî daye wan.

Berpirsên Amerîkayê gihîştin wê baweriyê ku dronan sê zanyariyên girîng dane Îraniyan ji bo pêkana balafirê: Cihê GPSê, lez û arasteya balafirê.

Piştî wê rûdanê, Trump di şer de "rawestanek" ragihand. Ji ber ku artêşa Amerîkayê ji bo xwekuşkirina bi taktîkên nû yên Îranê re pêwîstî bi demê hebû.

Heta di dema rawestandina şer de jî, ew taktîk bi pêş ketin.

Dema ku meha borî Hûsî tevlî şer bûn, pisporan got ku ev nîşaneya xwesteka Îranê ye da ku Amerîka û hevpeymanên wê neçar bike ku ji her aliyekî ve xwe biparêzin.

Her wiha çavdêrên navneteweyî di wê baweriyê de ne ku Îranê beşên bernameya xwe ya etomî di dezgeheke binerdî ya gelekî parastî de li naverasta welêt veşartiye.

Amerîka ji vê derê re dibêje "Çiyayê Qazme" û zêdetirî 300 pêyan di bin erdê de ye.

Îranê hêz û serkirdeyên xwe li cihên cuda yên li seranserê welêt veşartine.

Valî Nasr dipirse, "Ew li kû ne? Ne wisa ye ku li cihekî rûniştibin û tu karibî wan bombebaran bikî, tu nikarî wan peyda bikî."

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Li Dihokê yekemîn tanka "made in Kurdistan" hat berhemanîn: B70
Parêzgerê Hesekê û rêxistinên navneteweyî vegera xelkê Serê Kaniyê gotûbêj kir
Serokê PWKê Mustafa Ozçelîk  di derbarê ‘’Yasaya Çerçeweyê’’ û ‘’pêvajoya heyî’’ de bîr û rayên PWKyê anî zimên
Li Dêra Protestan ya Mêrdînê Danasîna Pirtûkekî Dîrokî, Kurdên Xristîyan
KURD SED SAL BERÊ ÇIMA NEBÛN DEWLET Û REWŞA ÎRO?