Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku Swêd dê jiber zêdebûna pêketinên nû yên vîrusa korona tedbîrên dijî wê nexweşîyê jinûve berfireh bike.
Reutersê dîyar kir ku hikûmeta Swêdê bo rê li ber belavbûna vîrusa korona bigire ji welatîyan dixwaze ku li gor mesafeya civakî tevbigerin û maskeyan bidin ber rûyên xwe.
Serokwezîra Swêdê Magdalena Andersson bi preskonferansekê da zanîn ku pêketinên vîrusa korona zêde dibin û got bo rewiş xirabtir nebe divê ew li gor tedbîran tevbigerin.
Li Swêdê, pêketinên vîrusa korona piştî payîzê, di rojên dawî de zêde bûn.
Rêjeya ketina nexweşxaneyê û pêdivîya bi çavdêrîya krîtîk her çiqas li gor welatên Ewrupa hindik e jî hikûmet hewil dide bi tedbîran rê li ber belavbûna vîrusa korona bigire.
Avrupa Haberleri
PWK-SWÊD, LI STOCKHOLM Û ÛPSALAYÊ CIVÎNÊN AGAHDARÎYÊ LI DAR XIST
Li Fransayê hezar polîs birîndar bûn û nêzîkî 2400 kesî hatin desteserkirin
Hişyariya Macron: Kesên tundiyê dikin dê werin cezakirin
Li 5 welatên Ewropayê xwendekar û mamoste daketin kolanan
Li Vatîkanê ala Kurdistanê hat bilindkirin: Têkilî kûr dibin