Swêd - Li dibistanê êrişa bi çekê: Gelek kuştî û birîndar hene

.

 Li bajarê Orebroyê yê Swêdê di êrişeke bi çekê de herî kêm 10 kes hatin kuştin û 6 kes jî birîndar bûn.

Li bajarê Orebroyê yê Swêdê kesekî li kampûsa Dibistana Risbergskayê êrişeke çekdarî pêk anî.

Li gorî polîsên Swêdê, di êrişê de her kêm 10 kes hatine kuştun û 6 kes jî birîndar bûne.

Her wiha polîsê Swêdê da zanîn ku tespîtkirina nasnameyan berdewam dike û di nava kuştiyan de êrişkarek jî heye.

Di daxuyaniyê de hat parvekirin ku di êrişê de tu polîs nehatiye gulebarankirin.

Birêvebirê Polîsan ê Orebroyê Roberto Eid Forest got ku ew bawer nedikir ku êriş êrişeke terorîstî be û ne li bendê ne ku êrîşek din were kirin.

Kurdistan Haberleri

Malpera me tê nûjenkirin!
642 malbat ji Kampên Waşokanî û Newrozê vedigerin Serêkaniyê
Li Herêma Kurdistanê ji sedî 75ê cezayên vîze û îqameyê hat daxistin
Trump: Eger Netanyahu nebe serokwezîr meyla min nîne ku em bi tenê şerê Îranê bikin
Jineke Efrînî bi hişê çêkirî Mamoste Mîmî afirand