Sûriyeyê ji bo derxistina petrol û gazê bi şirketên Amerîka û Qeterê re peymanek îmze kir

.

Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê ji bo lêgerîn û derxistina petrol û gaza xwezayî ya li Deryaya Spî bi şirketa Amerîkayî Chevron û şirketa Qeterî Power International Holdingê re peymanek îmze kir.

Rêûresma îmzekirinê li Qesra Gel a li Şamê hat lidarxistin.

Peyman di navbera Şirketa Petrolê ya Sûriyeyê (SPC), Chevron û Power International Holdingê de hat îmzekirin.

Armanca sereke ya peymanê ew e ku li qada deryayî ya Sûriyeyê xebatên lêgerîn, sondaj û derxistina petrol û gazê bên destpêkirin.

"Gaveke şoreşgerî ye"

Birêvebirê Giştî yê SPCyê Yûsif Keblewî diyar kir ku ev peyman dê rolekê girîng di bihêzkirina aboriya Sûriyeyê de bilîze û got:

Me tîmeke xebatê ya taybet erkdar kiriye da ku vê peymanê di demeke kurt de veguherîne peymaneke bicîhanînê ya berbiçav."

Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Sûriyeyê Thom Barrack jî beşdarî rêûresmê bû û got:

"Chevron yek ji şirketan herî mezin e û li kû derê siyaseta derve ya Amerîkayê hebe ew diçe wê derê.

Ev hevkarî ji bo xêzkirina wêneyê nû yê Sûriyeyê gaveke şoreşgerî ye."

Şirketên Amerîkayî çav berda Hisîçayê

Li gorî daneyan, tê texmînkirin ku rezervên gaza xwezayî yên Sûriyeyê 678 milyar metre sêca û rezervên petrolê jî 27 milyar bermîl in.

Yûsif Keblewî her wiha eşkere kir ku şirketên Amerîkayî dixwazin li Hisîçayê jî veberhênana gazê bikin.

Kurdistan Haberleri

Hikûmeta Herêmê: Bexdayê encamên serjimêriyê bi yekalî guhertin û rêjeya Kurdistanê daxist
Wezareta Pêşmergeyan: Êdî parastina asmanê Herêma Kurdistanê erkê Îraqê ye
Kombûna Zanyarên Azad şevbûherek hunerî û helbestî lidardixîne
Nêçîrvan Barzanî bangî ciwanan kir: Şaşiyên me dubare nekin, cesaretê nîşan bidin
Serok Barzanî: Eger peyman neyê bicihanîn em di hikûmetê de namînin