Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) li Behreynê bi beşdariya 12 welatên herêmê civîneke leşkerî ya di asta bilind de li dar xist.
Di civînê de beşdarbûna fermandarên leşkerî yên Sûriye û Libnanê bal kişand.
Ev cara yekem e ku ew beşdarî konferanseke parastinê ya di bin sîwana Washingtonê de dibin û ev yek wekî xaleke werçerxanê ya dîrokî hat dîtin.
CENTCOMê 1ê Tîrmeha 2026an daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku "Diyaloga Ewlehiya Herêmî" bi mazûvaniya Hêzên Parastina Behreynê hatiye lidarxistin.
Ji bilî Fermandarê CENTCOMê Amîral Brad Cooper gelek rayedarên leşkerî yên payebilind beşdarî civînê bûn.
Rayedarên leşkerî ji welatên Behreyn, Misir, Urdin, Kuweyt, Libnan, Oman, Qeter, Sûdan, Sûriye, Îmarat û Yemenê bûn.
Xala sereke: Tengava Hurmizê û hevahengiya parastinê
Li gorî daxuyaniyê, beşdaran rewşa ewlehiyê ya niha ya li herêmê û rêyên xurtkirina hevahengiya di qada parastinê de gotûbêj kirin.
Fermandarên leşkerî tekezî li ser biryardariya xwe ya hevpar kir.
Wan destnîşan kir ku divê azadiya çûn û hatina keştiyên bazirganiyê li Tengava Hurmizê bê parastin ku ev tengav ji bo veguhastina enerjiyê ya cîhanî xwedî girîngiyeke stratejîk e.
“Sîwana parastinê ya herî mezin a cîhanê”
Amîral Brad Cooper di civînê de axivî û ev agahî dan:
"Ev hevdîtin, teyîdkirina pêbendbûna me ya hevpar a ji bo ewlehî û aramiya herêmê ye.
Amerîka û hevparên wê yên li Rojhilata Navîn, niha sîwana parastina asmanî û mûşekan a herî mezin û bi pêşketî ya cîhanê pêk tînin."
CENTCOM û welatên herêmê, meha Kanûna Paşîn a 2026an Odeya Hevahengiya Parastina Asmanî ya Rojhilata Navîn ava kiribû.
Armanca vê yekê lezkirina parvekirina zanyariyan, avakirina mekanîzmayeke hişyariya pêşwext a li hemberî gefan û midaxelekirina rewşên lezgîn e.