Sûriye û Erebistana Siûdî li ser vekirina balyozxaneyan li hev kirin

.

Sûriye û Erebîstana Siûdî piştî 10 salan biryar dan ku balyozxaneyên xwe vekin.

Li gorî çavkaniyên Reutersê Sûriye û Erebistana Siûdî li hev kirin ku balyozxaneyên xwe vekin û peywendiyên xwe yên dîplomatîk ji nû ve bidin destpêkirin ku ev zêdetirî deh salan e qut bibûn.

Ajansê ji çavkaniyekî xwe yê Şamê ragihandiye ku peywendiyên Riyad û Şamê piştî rêkeftina jinûve avakirina peywendiyan di navbera Erebistana Siûdî û Îranê de ku hevpeymanê girîng ê Beşar Esed e, geş bûn.

Avakirina peywendiyan di navbera Riyad û Şamê de dê bibe pêşveçûna herî girîng a heta niha di pêngavên dewletên Erebî de ji bo asayîkirina peywendiyan bi Esed re ku ji aliyê gelek dewletên Rojavayî û Erebî ve piştî destpêkirina şerê navxweyî yê Sûriyê di sala 2011an de ku Esed hatibû dûrxistin.

Çavkaniyê Reutersê re diyar kiriye ku her du hikûmet "piştî cejna Remezanê xwe amade dikin ku balyozxaneyên xwe vekin."

Ev pêngava di peywendiyên her du welatan de hatiye avêtin hevdem e ligel wê yekê ku demek e di başkirina peywendiyên Erebistana Siûdî û Îranê de bandora Çînê hebû.

Di Konferansa Ewlekariyê ya Munchenê ya di meha Sibatê de, Wezîrê Derve yê Erebistana Siûdî destnîşan kiribû li welatên Erebî fikrekî hevpar heye ku îzolekirina Sûriyê sûdê nagihîne û divê diyalog bi Şamê re were danîn herî kêm ji bo çareserkirina pirsgirêkên mirovî û vegera penaberan.

Piştre di çapemeniyê de hat ragihandin ku Wezîrê Derve yê Erebistana Siûdî Feysel Bin Ferhan dê serdana Şamê bike lê hikûmeta Riyadê nûçeyên serdanê derewandin.

Tevî vê yekê jî Hikûmeta Erebistana Siûdî herî dawî alîkarî şandibû Sûriye ya ku ji ber erdhejên navenda wê Mereş bû wêraniyeke mezin lê çêbibû û ragihandibû ku ew dê piştgiriya xwe bidomînin.

Rojhilta Navîn Haberleri

Mehmûd Abbas ferman da ku destûra demkî ya dewleta Fîlîstînê di nav 3 mehan de amade bikin
Hîzbûllah li dijî plana Trump ya Xezzayê derket
Serkirdeyekî Hemasê ji Rûdawê re got: Em bi ti awayî çekan radest nakin
Êrîşa hewayî ya li Îdlibê: Endamekî DAIŞê hat kuştin
Xameneyî: "Danûstandina bi DYA re tu feydeyê nade me"