Sûriye piştî 12 salan dîsa bû endamê Komkara Erebî

.

Wezîrên derve yên welatên endamên Komkara Erebî li ser vegerandina Sûriyê ji bo Komkara Erebî li hev kirin. Sûriye piştî 12 salan vegeriya nav Komkara Erebî.

Li gorî medyaya fermî ya Iraqê, wezîrên derve yên welatên endamê Komkara Erebî îro Yekşemê 7ê Gulana 2023an li ser vegerandina endamtiya Sûriyê ku ev zêdetirî 12 salan e hatiye rawestandin, li hev kirine.

Biryara di civîna ku li baregeha Komkara Erebî ya li Qahîre ya paytexta Misirê hat lidarxistin de, hevdem ligel Lûtkeya Komkara Erebî ku wê di 19ê Gulanê de li Erebistana Siûdî bê lidarxistin, hat dayîn.

Di van demên dawî de welatên Erebî hewla asayîkirina peywendiyên xwe yên bi Şamê re didan.

Dîplomatên pilebilind ên Misir, Iraq, Erebistana Siûdî û Sûriyê hefteya borî li Urdunê di civîneke bi navê "Destpêşxeriya Urdunê" de hatin cem hev.

Dîplomatekî Urdunî yê ji Associated Press re got ku dewletên Erebî li ser "nexşerêyeke siyasî" dixebitin ji bo çareserkirina krîzê ji ber ku Esed kontrola xwe ya li ser xaka Sûriyê xurt dike.

Endamtiya Sûriyê ya Komkara Erebî piştî ku Beşar Esed di Adara 2011an de fermana tundûtûjiyê li dijî xwepêşanderan da û şerê navxweyî li wî welatî dest pê kir hat betalkirin.

Asayîkirina peywendiyên bi Şamê re bi erdheja 6ê Sibatê ya li Bakurê Kurdistanê, Tirkiyê, Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê û ji nû ve avakirina peywendiyên Erebîstana Siûdî û Îranê bi rêya Çînê re leztir bû.

Erebistana Siûdî ya ku demeke dirêj e asayîkirina peywendiyên bi Esed re red dikir, meha borî Wezîrê Derve Feysel Bin Ferhan El Siûd serdana Şamê kiribû.

Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî jî hefteya borî serdana Şamê kiribû û peymanên bazirganî û petrolê yên demdirêj îmze kiribûn.

Lê belê Kuweyt û Qeter li dijî vegera Sûriyê ya ji bo Komkara Erebî derketin.

Li aliyê din, Amerîkayê li ser gavên asayîkirina peywendiyên bi Esed re hişyarî dabû welatên Erebî û gotibû ku ew siyaseta xwe ya li hember Hikûmeta Sûriyê naguherînin.

Rojhilta Navîn Haberleri

Tirkiye | Di meha dawî de 16 hezar Sûriyeyî hatin dersînorkirin
Parlementoya Ewrûpayê ‘qanûna li hemberê şiddeta ser jinê’ qebûl kir
Baregeha Heşdî Şebiyê hatibû bombebarankirin: CENTCOMê daxuyanî da
Îran piştî Jîna Emîniyê dîsa qedexeyê tund dike
Pentagon Em daxwaz ji Kongressê dikin bûdceya sîstema berevaniya asmanî ji Herêma Kurdistanê re pesend bike