Sûriye: Li Hisîçayê dest bi rêkeftinê hat kirin

.

 Desteya Operasyonan a Artêşa Ereban a Sûriyeyê ragihand ku ew û fermandariya HSDyê li parêzgeha Hisîçayê (Hesekê) gihiştine qonaxa pêkanîna meydanî ya bendên rêkeftina navbera xwe.

Desteya Operasyonan a Artêşa Ereban a Sûriyeyê di daxuyaniyekê de ragihand, desteyê û fermandariya HSDyê li Hisîçayê dest bi bicihanîna meydanî ya bendên rêkeftina xwe kiriye.

Li gorî daxuyaniyê, şandeyeke bilind a Desteya Operasyonan û hinek fermandarên artêşa Sûriyeyê, li Hisîçayê bi nûnerên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) re civiyane.

Piştî civînê jî her du aliyan geşteke meydanî ya hevbeş li hinek herêm û cihên cuda yên Hisîçayê kiriye.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku ev geştên meydanî di "atmosfereke erênî de" derbas bûne.

Li gorî daxuyaniyê, di civînê de her du aliyan li ser qonax û salnameyeke demkî ya diyarkirî li hev kiriye ku di çend rojên bê de dest bi pêkanîna gav û rêkeftinê bê kirin.

Her wiha hat diyarkirin ku "armanca van tevgerên meydanî bicihanîna wê rêkeftina giştgir e ku berê di navbera HSD û dewleta Sûriyeyê hatibû îmzekirin."

Li gorî daxuyaniyê, rêkeftin van xalan li xwe digire:

  • Hêzên çekdar dê ji herêmên niştecihbûnê yên sivîlan vekişin xalên leşkerî yên diyarkirî
  • Rêyên giştî dê ji bo hatin û çûyîna welatiyan bên vekirin
  • Ji bo paqijkirina mayîn û teqemeniyan dê hevkariya hevbeş bê kirin
  • Bendên ji axê û betonê dê werin rakirin
  • Ji bo pêvajoya entegrekirina şervanan a nav saziya leşkerî ya Sûriyeyê dê were lezandin

Kurdistan Haberleri

RAPOR - Amerîka pergala parastinê ya Patriotê ji Hewlêrê vedikişîne
Balyozê Îranê: Îraqî amade ne ku li dijî Amerîkayê şer bikin
Lêkolîna li ser mirina Xezalê bi dawî bû: 5 kes hatin tometbarkirin
Li Rojavayê Kurdistanê çarenivîsa bi sedan kesan ne diyar e
Li Kobaniyê ji bo çareserkirina pirsgirêkan gavên nû tên avêtin