Sûriye - Di bordûmaneka Amerîka de herî kêm 17 çekdarên El Nusra hatin kuştin

Sûriye - Di bordûmaneka Amerîka de herî kêm 17 çekdarên El Nusra hatin kuştin

Artêşa Amerîka ragihand, wan baregehên çekdarên Cebhet El Nusra li parêzgeha Idlib ya Sûriyê bordûman kirine û gelek ji wan kuştine.

Fermandehiya navendî ya artêşa Amerîka (CENTCOM) ragihandiye, wan duhî civîneka serkirdeyên rêxistina Cebhet El Nusra li nêzîkî bajarê Idlib yê Sûriyê bordûman kirin.

CENTCOMê agahiyên zêde li ser wê êrişê nedaye lê dezgeha çavdêriya mafên mirov li Sûriyê ragihandiye, di wê êrişê de ku ji aliyê firokeyên bê pîlot ve hatine kirin, herî kêm 17 serkirde û çekdarên El Nusrayê û 5 jî sivîl hatine kuştin.

Wê saziya mafên mirov daye zanîn, ew êriş li gundê Cikare li nêzîkî bajarokê Silqîn yê Idlibê, ku nêzîkî sînorê Tirkiyê ye, pêk hatiye.

 

 

Rojhilta Navîn Haberleri

Sûriye û Urdin hişyariyê didin Iraqê
Serokwezîrê Iraqê gefên destberdana ji kar dike
SpaceXê ji bo Starlinkê serî li Hikûmeta Herêma Kurdistanê da
Amerîka: Tengava Hurmizê vekirî ye û Îran wê kontrol nake
Îraq, Sûriye û Amerîka li hemberî Tengava Hurmizê dê peymana xeta boriyê ya nû îmze bikin