Sûriye dê hêzeke taybet bişîne Siwêdayê

.

Serokkomariya Sûriyeyê ragihand ku ji bo bidawîkirina pevçûnên ku li Siwêdayê dê hêzeke taybet bişîne herêmê.

Şerê hêzên hikûmeta Sûriyeyê û Durziyan yê li parêzgeha Siwêydayê ji 13ê Tîrmehê ve dest pê kiriye û ji her du aliyan zêdeyî 700 kesî hatine kuştin.

Di daxuyaniya ku ji aliyê Serokkomariya Sûriyeyê ve hat dayîn de, hat diyarkirin ku bûyerên bi xwîn ên ku li başûrê Sûriyeyê qewimîn û hê jî didomin, "bi xemgînî û fikarên kûr" tên şopandin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku bipêşketinên li Siwêdayê di encama belavbûna komên çekdar ên neqanûnî de derketine holê, yên ku çekê wekî amûreke zextê bi kar tînin û hewl didin rewşa defakto ferz bikin û wiha hat gotin:

"Vê rewşê, jiyana sivîlan, di nav de zarok, jin û kal û pîr, rasterast xistiye xeterê."

Di daxuyaniyê de hat gotin ku êrişên li dijî sivîlan tên şermezarkirin û redkirin, û ev êriş wekî "xencereke di dilê civakê de û gefeke rasterast li ser yekîtiya welêt" hatin binavkirin.

Di daxuyaniyê de hat tekezkirin ku ji bo bidawîkirina pevçûnên ku li Siwêdayê di navbera komên herêmî de gur bûne û di encamê de gelek kes hatine kuştin, dê hêzeke taybet bo herêmê were şandin.

Di daxuyaniyê de hat îşaretkirin ku helwesta Komara Sûriyeyê ya derbarê van bûyeran de ne li ser bingeha mantiqa tolhildanê ye û hat diyarkirin ku li dijî kiryarên bi vî rengî dê bi aştiya civakî were tevgerîn û di çarçoveya qanûn û edaletê de bersiv were dayîn.

Di daxuyaniyê de ku bang li hemû aliyan hat kirin ku xwe ragirin, wiha hat gotin:

"Komara Sûriyeyê, careke din îsbat dike ku ew dewleta welatiyên xwe ye bi hemû pêkhateyên xwe ve.

Ev dewlet ne tenê ya mezhebekî an jî komeke diyarkirî ye.

Berpirsiyariya neteweyî, hewce dike ku her kes di bin yek sîwanê de kom bibe; sîwana welat û qanûnê."

Di daxuyaniyê de hat tomarkirin ku ji bo ewlehiya welatiyan û aramiya civakê hewldanên mezin hatine kirin.

Her wiha hat ragihandin ji bo rawestandina pevçûnan û kontrolkirina binpêkirinan hewldanên cidî hatine kirin.

Di beşeke din a daxuyaniyê de wiha hat gotin:

"Hêza leşkerî ya ku dê jbo herêmê were şandin, bi hevrêzî li gel gavên siyasî û ewlehiyê yên ku ji bo pêkanîna îstiqrarê û vegerandina aramiyê di demeke herî kin de tên avêtin, hatiye koordînekirin"

Di dawiya daxuyaniyê de bang li hemû welatiyan hat kirin ku xwe ji gurkirina aloziyê dûr bixin û ji bo parastina pêkhateya civakî mil bi mil xebata xwe bidomînin.

Çi bûbû:

13ê Tîrmehê, li Sweydayê di navbera komên çekdar ên Durzî û eşîrên bedewî yên Sunî de şer derketibû.

Li gorî Rewangeha Sûrî ya ji bo Mafên Mirovan, di şer û aloziyên li Sweydayê de heta niha 718 kes hatine kuştin.

Roja Pêncşemê, serokkomarê demkî yê Sûriyeyê agirbest ragihand lê roja Înê aloziyan careke din dest pê kir.

Kurdistan Haberleri

Semînera PWK ya li Baselê
Îranê di zîndanên Reşt û Sari de 4 kesan îdam kir
Ezîz Ehmed: Dronên hefteya borî ji Dubisê hatibûn şandin
Mezlûm Ebdî û Nûnerê Taybet ê Amerîkayê civiyan: Niha dema yekîtiyê ye
Projeya Avê ya heta 30 salan kêmaviyê nehêle tê vekirin: Hurgiliyên projeyê çi ne?