Suriye: 111 hezar kesên binçavkirî, wenda ne

.

Tora Mafên Mirovan a Suriyeyê (SNHR), di derbarê kesên binçavkirî yên ku di nav 12 salan de ji aliyê rejîma Suriyeyê ve hatine wendakirin, raportek belav kir. Di raportê de hat ragihandin ku 111 hezar kesên di wê pêvajoyê de hatine binçavkirin, wenda ne.

Di raporta SNHRê de tê gotin ku ji sala 2011an heta sala 2022yan, di nav kesên ku hatine binçavkirin de 3 hezar jê zarok, 6 hezar jê jin; bi giştî 111 hezar kes di pêvajoya bin çavan de wenda bûne.

Li gorî raporta hat eşkerekirin, li Suriyeyê her sal bi sedan mirov tên binçavkirin û ev raport, di “Roja Kesên Bi Zor Hatine Wendakirin a Navneteweyî” de hat parvekirin.

Di raporta ku ji 48 rûpelan pêk tê de tê diyarkirin ku rejîma Esad, di nav kesên ku ji sala 2018an û bi vir ve hatine wendakirin de tenê ji bo 1000 kesan belgeyên mirinê derxistine.

Rayedarên SNHRê li ser encamên vê raportê bang li Civata Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî kir ku li ser vê mijarê, bi lezgînî bicivin.

Kurdistan Haberleri

Malpera me tê nûjenkirin!
642 malbat ji Kampên Waşokanî û Newrozê vedigerin Serêkaniyê
Li Herêma Kurdistanê ji sedî 75ê cezayên vîze û îqameyê hat daxistin
Trump: Eger Netanyahu nebe serokwezîr meyla min nîne ku em bi tenê şerê Îranê bikin
Jineke Efrînî bi hişê çêkirî Mamoste Mîmî afirand