Supaya Pasdaran a Îranê hişyarî da gelê Herêma Kurdistanê

.

Supaya Pasdaran a Îranê ragihand ku li nav axa Herêma Kurdistanê, li hemberî “rêxistinên li dijî Îranê” operasyoneke nû daye destpêkirin û hişyarî da xelkê Başûrê Kurdistanê ku ji baregehên wan rêxistinan dûr bisekinin.

Supaya Pasdaran a Îranê îro piştî nîvro ji bejahî ve dest bi topbarankirina navçeyên sînorî yên nahiya Sîdekan a girêdayî navçeya Soran a Hewlêrê kir.

Ajansa Mehr a Îranê ragihand ku hêzên bejayî yên Pasdaran bi armanca “jinavbirina baregehên komên dijî Îranê” li ser xaka Herêma Kuridstanê dest bi operasyonê kirine.

Di nûçeya ku tê de cih daye daxuyaniya Supaya Pasdaran a Îranê, tê gotin ku operasyon ji bo ewlekariya sînoran piştî êrîşên ku di demên borî de ji aliyê "komên dijî şoreş" ve li ser xaka Herêma Kurdistanê hatine kirin tê encamdan.

Di nûçeyê de hat gotin ku tevî hişyariyên dubare yên rayedarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya ji bo pêşîgirtina çalakiyên rêxistinên dijberê Komara Îslamî ya Îranê jî, di mijara pêşîgirtina li wan de “bêxem” in, lewma hêzên bejahî yên artêşa Pasdaran dest êrişa kirine.

Di daxuyaniyê de tekezî li ser wê yekê hat kirin ku operasyonên li herêmê dê berdewam bin û herwiha  hişyarî ji bo xelkê Başûrê Kurdistanê hate dayîn ku ji “baregehên rêxistinên dijî Îranê” dûr bisekinin.

Kurdistan Haberleri

Berdevkê PWKê Hanifi Turan: Bi sungiyan, bi guleyan bi hezaran mirov kuştin
Trump: Em dê ji bo derbasbûna ji Hurmizê ji sedî 20 bacê wergirin
Heyeta PWKyê li Parîsê beşdarê seremonîya bibîranîna Dr. Abdulrahman Qasimlo bû
PWK: Me Jenosîda Gelîyê Zîlanê Ji Bîr Nekirîye û Em Ji Bîr Nakin Jî
Dr. Ebdulrehman Qasimlo: Ew rêberê meydanî yê ku hizir û zanist kirin tevgereke şoreşê