Suniyên Îraqê bûn yekdeng: Encumena Siyasî ya Niştimanî hat avakirin

.

 Pênc aliyên Sunî yên ku di hilbijartinên Parlamentoya Îraqê de bi ser ketin, encumeneke hevbeş ava kir.

Li gorî daxuyaniya wan, ev encumen dê bibe "sîwana" hemû partî û hevpeymaniyên Sunî yên Îraqê.

Ew dê di rêya vê encumenê re helwestên xwe hevaheng bikin û nêrîn û biryarên xwe bikin yek.

Serkirdeyên wan pênc aliyan li Bexdaya paytexta Îraqê civiyan û wan daxuyaniyeke hevbeş belav kir.

Wan aliyan avakirina "Encumena Siyasî ya Niştimanî" ragihand. Ev encumen dê helwest, nêrîn û biryarên wan ên li hemberî dosyeyên neteweyî yên cuda bike yek.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku "ew encumen dê karê hevbeş di navbera serkirde û aliyên siyasî de bihêz bike."

Wan aliyan her wiha teqezî li ser yekxistina hewldanên xwe kir.

Armanca vê yekê ew e ku ew bi nêrîneke hevbeş ji bo aramiya siyasî û civakî kar bikin, mafên destûrî misoger bikin û nûnertiya xwe ya di saziyên dewletê de bihêz bikin.

Serokê Partiya Bipêşketinê (Teqedum) Mihemed Helbûsî, Serokê Hevpeymaniya Serweriyê (Siyade) Xemîs Xencer, Serokê Hevpeymaniya Ezem Musenna Samarrayî, Parêzgarê Selahedînê Bedir Fehl û Serokê Hevpeymaniya Hasmê Sabit Ebasî di civînê de amade bûn.

Wan aliyan biryar da ku civînên Encumena Siyasî ya Niştimanî di heyama şeşemîn a Parlamentoya Îraqê de bi awayekî rêkûpêk berdewam bikin.

Ev civîna aliyên Sunî bi destpêşxeriya Xemîs Xencer pêk hat. 

Xemîs Xencer beriya civînê ji rojnamevanan re got, "Me gotûbêjeke rasteqîn û cidî daye destpêkirin, da ku em nexşerêyekê ji bo pêkanîna sozên xwe, pêkanîna aramiyê û lezkirina diyarkirina serokatiyan deynin."

Xemîs Xencer diyar kir ku dê planeke wan a temam hebe. 

Serokê Hevpeymaniya Siyadeyê got ku ew dê li ser çend pîvanan li hev bikin da ku nakokiyên navxweyî deynin aliyekî û di warê avakirina hikûmeta nû de lez bikin.

Aliyên Sunî di hilbijartina 11ê Çiriya Paşîn a îsal de zêdetirî 66 kursiyên parlamentoyê standibûn.

Kurdistan Haberleri

Reuters: Pakistanê 8 hezar serbaz û balafirên şer bo parastina Sûdiyeyê şandin
Muzexaneya Duhokê: Bîra dîrokî ya jiyana kurdewarî
Wezareta bergiriya Tirkiyê fermana seferbeglikê ji bo 7.686 kesan şand
Jimara kesên bê kar ji 13 milyonan derbas kir
Keştiya USS Gerald R. Ford dageriya DYAyê