Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî di pêwendiyeke telefonî de ji bo hewlên wî yên di gihîştina rêkeftina ji bo jinûve hinartina petrola Herêma Kurdistanê de spasiya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir.
Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku Serokwezîrê Îraqê pêwendî bi Serokê Herêma Kurdistanê re kiriye û "spas û pêzanînên" xwe ji bo Nêçîrvan Barzanî ducare kiriye ji ber "piştgirî û hewlên wî yên berdewam di hemû qonaxan de, di oxira lihevtêgihiştin û rêkeftina hikûmeta federal a Îraqê û hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li ser hinartina jinûve ya petrola Herêma Kurdistanê û pirsa mûçe û mafên darayî."
Li gorî Serokatiya Herêma Kurdistanê, Sûdanî rêkeftin wekî gaveke girîng a ber bi "çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de" bi nav kir ku dê bandoreke wê ya baş li ser aramiya aborî ya welat hebe.
Wî her wiha hêvî xwestiye ku rêkeftin bibe alîkar û yarmetîder ji bo derbaskirina astengiyên din.
Li gorî daxuyaniyê, Nêçîrvan Barzanî jî "spas û pêzanînên xwe ji bo rol, xemsaxî û hewlên" Sûdanî yên ji bo gihîştina rêkeftinê anî ziman.
Her wiha ducare kir ku "rêkeftin asoyên nû li ber hevkariya hevbeş a Hewlêr-Bexdayê vedike û hêvî xwest ku bibe alîkar ji bo derxistina yasaya petrolê û çareserkirina pirsên hilawîstî û kêşeyên din."
Serokê Herêma Kurdistanê her wiha spasiya Serokwezîrê Îraqa Federal kir ku her dem "niyeta çareserkirina kêşeyên welat nîşan daye û di wê oxirê de kar kiriye, bi taybetî jî pirs û kêşeyên li gel Herêma Kurdistanê."
Serokê Herêma Kurdistanê her wiha spasiya hemû tîm û aliyên pêwendîdar ên li Hewlêr û Bexdayê kir ku ji bo çareserî û gihîştina rêkeftinê kar kirine.
25ê vê mehê, hikûmetên Herêma Kurdistanê û Îraqê rêkeftina hinartina jinûve ya petrola Herêma Kurdistanê ragihand û berdestê sibêha îro hinartinê dest pê kir.
Ev yek piştî wê yekê hat ku Adara 2023yan û di encama biryareke Dadgeha Navneteweyî ya Parîsê de, hinartina petrola Herêma Kurdistanê ya bi rêya Bendera Ceyhanê ya Tirkiyeyê hatibû rawestandin.