Sûdanî: ‘Çarşema Sor’ li Iraqê dê bibe tatîla fermî

.

Serokwezîrê Iraqê Sudani bi sedema 11em salvegera komkujiya Kurdên Êzîdî de ragihand ku cejna Kurdên Êzîdî ya ‘Çarşema Sor’ wê li Iraqê bibe tatîla fermî.

Serokwezîrê Iraqê Muhammed Şia es-Sudani, wezîrê kar û barên derve yê Iraqê Fuad Huseyin û gelek rayedarên Iraqê di salvegera 11em de ku IŞİD li Şengalê komkujiya Kurdên Êzîdî kir, merasimekî pêkanîn. Sûdanî di axaftina xwe de got ku wê her sal di Çarşema piştî 13ê Nîsanê de, dê roja Çarşemê bibe tatîla fermî.

Wezîrê karên derve yê Iraqê Fûad Huseyin jî di merasimê de axifî û got:

“Peymana Şengalê ya di navbera Erbîl û Bexdayê de hat îmzakirin divê were bicîhkirin.”

Di 3ê Tebaxa sala 2014an de IŞİDê êrîşê Şengalê kiribû û 48 hezar malbatên Êzîdî terka malên xwe kiribûn, bi hezaran Êzîdî xwe sipasrtibûn Herêma Kurdistanê û bi deh hezarî Êzîdî koçî derveyê welat kiribûn.

Ofîsa Rizgarkirina Koçberan ya Herêma Kurdistanê rêjeyên bûyerê belav kir û got di êrîşên IŞİDê de 5000 Êzîdî kuştin, 2,745 zarok yetîm man û 6,417 kes hatin revandin.

Roja Çarşema Sor li gor baweriya Êzîdiyan dikeve çarşema piştî 13ê Nîsanê û di baweriya Êzîdiyan de destpêka afirandina dinyayê û destpêka jiyanê ye. Hem nîşana an ku remza destpêka Baharê ye.

Kurdistan Haberleri

Fuad Hisên: Me gelek bizav kirine ku komkujiya Êzidiyan li ser asta navneteweyî wekî jenosîd bê naskirin
DIHOK - 4 kes di Çemê Xazirê de xeniqîn
Daraza Îranê 6 mehkûman îdam kir ku 3 ji wan Kurd in
Hamasê peyama "domandina şer" da
Piştî 11 salan, hîn jî 325 hezar Kurdên Êzidî li kampan dijîn