Stratejiya nû ya Trump: Girîngiya Rojhilata Navîn kêm dibe

.

 Îdareya Donald Trump di stratejiya nû ya ewlehiya neteweyî ya Amerîkayê de guherîneke berbiçav di siyaseta derve ya welatê xwe de ragihand û got, ew rojên ku Rojhilata Navîn navenda siyaseta derve ya Amerîkayê bû qediyan.

Ev nêrîna nû di belgeya fermî ya "Stratejiya Ewlehiya Neteweyî ya Amerîkayê" de cih digire û di Çiriya Paşîn a 2025an de bi îmzeya Trump hatiye belavkirin.

Belge sedema vê guherînê bi çend xalan ve girê dide ku serbixwebûna enerjiya Amerîkayê û lawazbûna gefên sereke jî di nav de ne.

Di beşa taybet bi Rojhilata Navîn de, di rêza yekem a stratejiyê de hatiye nivîsandin:

"Ji bo maweyê herî kêm nîv sedsalê, siyaseta derve ya Amerîkayê, Rojhilata Navîn dixist pêşiya hemû herêmên din.

Bi dehan salan Rojhilata Navîn dabînkerê herî girîng ê enerjiyê bû, navendeke mezin a pêşbaziya hêzê bû, her wiha bi wan nakokiyên ku gefa wê yekê dikirin ku bigihîjin peravên me jî tiji bû."

Lawazbûna Îranê

Stratejî amaje bi wê yekê dike ku sedemên sereke yên berê yên girîngîdana bi Rojhilata Navîn guherîne.

Wekî mînak, "Îrana ku hêza sereke ya têkder a istiqrara herêmê ye, ji ber kiryarên Îsraîlê yên piştî 7ê Çiriya Pêşîn a 2023yan û ji ber Operasyona Çakûçê Nîvê Şevê ya Serok Trump a di Hezîrana 2025an de gelekî lawaz bûye."

Her wiha behsa wê yekê dike ku "bipêşketin ber bi aştiyeke mayîndetir" di şerê Îsraîl-Filistînê de hatiye bidestxistin, ev jî bi saya agirbest û berdana dîlan e ku Trump dan û standin li ser kirin.

Stratejî derbarê Sûriyeyê jî geşbîn e û bawer dike, "Bi piştevaniya Amerîka, welatên Ereb, Îsraîl û Tirkiyeyê, dibe ku Sûriye aram bibe û pêgeha xwe ya heqkirî wergire."

Ji pirsgirêkê ber bi veberhênanê ve: Rojhilata Navîn a Nû

Li gorî nêrîna nû ya Washingtonê, li gel zêdebûna enerjiya Amerîkayê, sedema dîrokî ya girîngîdana bi Rojhilata Navîn namîne.

Stratejî dibêje, "Li şûna vê yekê, herêm dê bêhtir bibe çavkanî û cihê veberhênana navneteweyî di çend pîşesaziyan de ku ji petrol û gazê derbas dibin, wekî enerjiya atomî, hişê çêkirî û teknolojiya parastinê."

Stratejî behsa wê yekê dike, hevparên Rojhilata Navîn nîşan didin ku di şerê li dijî tundrewan de cidî ne û divê Amerîka piştevaniya vê yekê bike û "Ji bo vê jî, pêwîst e Amerîka dev ji zexta li ser wan welatan berde, bi taybetî malbatên şahî yên Kendavê, ji bo destberdana ji adet û şêwazên dîrokî yên hukimraniya wan."

Belge dibêje, "Kilîla pêwendiya serkeftî ew e ku herêm, serkirdeyên wê û neteweyên wê wekî xwe bên qebûlkirin, di heman demê de li ser warên berjewendiya hevbeş bi hev re kar bikin."

Girîngî hatiye kêmkirin lê stratejî behsa wê yekê dike ku dê her tim berjewendiyên sereke yên Amerîkayê li herêmê hebin ku hinek ji wan ev in:

Piştrastbûna ji ewlehiya enerjiya Kendavê

Vekirîhiştina Tengava Hurmizê û Deryaya Sor

Rêlibergirtina wê yekê ku herêm bibe hêlîna terorê

Parastina Îsraîlê.

Stratejî dibêje, rûbirûbûna van gefan dê bêyî "bi dehan salên şerê bêencam ê netewesaziyê" be û berfirehkirina "Peymanên Abraham" wekî armanceke sereke dimîne.

Belge di dawiyê de diyar dike ku ev guherîn rê dide Amerîkayê ku "berjewendiyên xwe bixe pêş."

Siyaset Haberleri

Grûpa Dostaniya Kurd û Kanadayê li Parlamentoya Federal hat aktîvkirin
Bûyera Hermoteyê Misilman û Mesîhiyên Koyeyê zêdetir nêzîkî hev dike
Neteweyên Yekbûyî: Îsal li Sûriyeyê bi sedan kes hatine kuştin
Amerîka: Em ji biryara Îraqê ya Hizbulah û Husiyan bêhêvî ne
Tom Barrack: Me bi destê xwe Iraq pêşkêşî Îranê kir