Stockholm: Qetlîama Qamişlo hate şermezarkirin !

Kurdên Swêdê bi Alaya Kurdistanê beşdar bûn

Îro (roja înê, 29.09.2016) li paytaxta Swêdê li Stockholm Segelstorgê xwepêşandanek li dijî êrîşa têrorê ya hovane ku roja çarşemê li bajarê Qamişlo li Rojavayê Kurdistanê rûdabû li dar ket .

Amadekarê xwepêşandanê Encumena Kurdên Sûrîyê li Swedê (EKSS) bû.

Kurdên Swêdê bi Alaya Kurdistanê beşdar bûn. Axaftin hatin kirin û mûm  ji bo miriyan hatin pêxistin.

Di nav axaftvanan de, berpirsê EKSS ê, ji Partiya Azadiya Kurdistanê Nimet Aydin û Siyasetmedar Omar Şêxmûs hebûn.

Berpirsê EKKSê Dilyar di axaftina xwe de got; divê ev qetlîam ji bo hêz û partîyên Kurd û Kurdistanê bibe ders da ew yekîtîya xwe çêbikin.

Wek tê zanîn roja çarşema 2016-07-27 bi destê têrorê êrîşêk  hovane dirêjî bajarê Qamişlo yê li Rojavayê Kurdistanê bû û tirimbêlen bombebarkirî di nava bajar de  hate teqandin. Zêdeyî 50 kesî şehîd bûn  û hejmara birîndaran zêdeyî 170 kesî ye. Hejmara birîndaran û miriyan hîn jî bilind dibe.

Roza Kurdî/Stockholm

Avrupa Haberleri

Carol Prunhuber pirtûka xwe “L’impossible Kurdistan”a ku li ser jiyana Qasimlo û tevgra kurdî ye li Enstîtuya kurdî ya Parîsê da
Emmanuel Macron: Dibe ku em leşkeran bişînin Ukraynayê
Putin wekî Serokê Rûsyayê tê hilbijartin
Polîs avêt ser şaredariya Parîsê
Yekîtiya Ewropayê li Deryaya Sor dest bi operasyonekê kir