Stockholm: ”Evîn ji terorê bi hêztir e”

Bi sedhezaran kes li meydana Stockholmê bê alên welatan, bê sembolên partiyan tenê bi gul û beybûnan li dij terorê civiyan.

Îro (9 Nîsana 2017) xwepêşadina evînê li dij terorê li paytextê Swêdê Stockholmê hat li darxistin. Bi sedhezaran kes li meydana Stockholmê bê alên welatan, bê sembolên partiyan tenê bi gul û beybûnan li dij terorê civiyan.

Bi hezaran mirov bi yek dengi gotin Evin, mirovatî, rêzdarî û wekhevî ji terorê bilintir û bi hêztir e! Gotin, teror nikare zora mirovatiye bibe! Nefret tu cari bisernakeve! 

Wek tê zanin roja 7ê Nîsanê  li Drottninggatan li navenda Stockholmê kamyonek êrîş bir ser xelkê sivîl û 4 kes jiyana xwe ji dest dan û 15 kes birindar bûn. 

Vê bûyerê hemû Swêdê hejandibû û hemû Swêd di helwesta xwe de bûn yek! Bi yek dengi gotin teror zora mirovatiyê nabe!



HEVKARI (Hevkariya hêzên Kurdistanê li Swêdê ) çeleng û pankart danî ciyê bûyerê. Gelek endam , piştgir û dostên jî PAK ê bi girseyî beşdarî mîtîngê bûn û gul danîn ciyê bûyerê. 

Hevkarî li ser tacagula xwe nivîsand; gelê kurd gelek ji terora dewlatan û terora navneteweyî a cîhadistan kêşandîye û ew êşa gelê Swêdê parve dike.

Roza kurd 
Rupela Nû

Avrupa Haberleri

Welatên Schengenê êdî wê mohrê li pasaportan nexin
Dronên Rûsyayê ketin nav sînorên 3 welatên Ewropayê
Li Kaledonya Nû bi statuyekî taybet dewletekî ava dibe
Tirkiye wezîfa NATOyê ji Îspanyayê dewir sitend
Sergey Lavrov û Marco Rubio li ser danûstandinên Stenbolê axivîn