Stockholm: Civîna meclîsa PAK-Ewrûpa

Civîn li Pirtûkxaneya Kurdî pêk hat. Meclisa PAKê, sipasiyek teybet da pirtûkxaneya kurdî li Stockholmê

Meclîsê PAK- Ewrûpa civîna xwe ya yekem di rojên 3-4 adarê de li paytextê Swêdê Stockholmê pêk anî. Civînê bi rêzgitina cangoriyên Kurdistanê dest pê kir.

Civîn li Pirtûkxaneya Kurdî pêk hat. Meclisa PAKê, sipasiyek teybet da pirtûkxaneya kurdî li Stockholmê, ku derfetek weha dane PAKê ku civîna xwe di nav pirtûk û kultura kurdî de pêk anî.

Di herdû rojan de kar û xebata pêşerojê hate tesbitkirin û destnîşankirin, Koordinasyon û struktura xebata hate pejirandin. 

Meclîsê bal kişand ser rewşa aloz ya her çar aliyê Kurdistanê û destnîşan kir ku, her kurdên li Ewrûpa dijîn, ji bo Kurdistanê çi ji dest wan tê divê bikin.

Wek tê zanîn; Kongreya piştgirên PAKê li Ewrûpa di 27/28 januari li Berlinê pêk hatibû û di wê kongrê de meclîsa PAK-Ewrûpa hatibû hilbijartin.

Herweha PAK Swed ji bo endamê meclîsê û piştgirên PAK ê li Swêdê resepsiyonek rengîn da. Endamê meclisê, her yek ji wan behsa tevgera PAKê û kar û xebata li welatên xwe ji beşdaran re kirin; şevaheng di atmosfereka germ de derbas bû.

 

Avrupa Haberleri

Carol Prunhuber pirtûka xwe “L’impossible Kurdistan”a ku li ser jiyana Qasimlo û tevgra kurdî ye li Enstîtuya kurdî ya Parîsê da
Emmanuel Macron: Dibe ku em leşkeran bişînin Ukraynayê
Putin wekî Serokê Rûsyayê tê hilbijartin
Polîs avêt ser şaredariya Parîsê
Yekîtiya Ewropayê li Deryaya Sor dest bi operasyonekê kir