Stembol | Ji bo xebatên ziman û çandî yên zazakî koma “Mazêre”yê ava bû

.

Li Stembolê ji bo xebatên li ser kurdiya zazakî bên organîzekirin, komxebata ziman û çandî ya bi navê “Mazêre”yê hat avakirin. 

Koma Mazêreyê diyar kir ku ew bi handana gotineke hunermend Rençber Ezîz a ji stranekê; “li vê dinyayê dareke me jî tune” derketine rêyê û ragihandine ku ew ê di demeke nêz de amadekariyên xebata xwe ya yekem biqedînin.

Metna danasînê ya “Mazêre”yê wiha ye:

“Koma “Mazêre”yê tîmeke ziman û çandî ye ku ji bo organîzekirina çalakiyên curbecur ên kurdiya zazakî li Stembolê hatiye avakirin. 

Em bi vê hişmendiyê, ku ji dîrokê heta îro, ji çiya heta deryayan, ji gundan heta bajaran her cihê ku em lê ne û her dema ku em tê re derbas dibin bi zimanê me yê dayikê watedar û bedew dibe û em bi hestiyariya israra li ser bedewiyê dema ku bedew dimîne, dest pê dikin.

Em gotina Rençber Ezîz a “Li vê dinyayê darek me jî tune” weke rexneyekê tînin ser xwe û em ê hinekî behsa vê serdemê bikin ku em tê de dijîn. Em bang li hemû heval û hogirên xwe dikin ku li çîroka me guhdarî bikin û wê bi me re bêjin.”

Avrupa Haberleri

Li Almanyayê dema hilbijartinan e: Banga ji bo Kurdan
Li Şingalê hêzên ewlehiyê dê ji nû ve bên bicihkirin
Yekîtiya Ewropayê ji bo reforman bangî hikûmeta Îraqê kir
Welatên Schengenê êdî wê mohrê li pasaportan nexin
Dronên Rûsyayê ketin nav sînorên 3 welatên Ewropayê