Parlamenterê Partiya Yekîtiya Xirîstiyanan (CDU) Steffen Bilger ragihand ku hikûmeta nû dê piştevaniya xwe ya ji bo Hêzên Pêşmerge bidomîne.
Steffen Bilger tekezî li ser wê yekê kir ku wan siyaseta xwe ya koçberiyê tundtir kiriye û ew dixwazin Almanya di siyaseta navneteweyî de roleke bihêztir bilîze.
Li ser pirsa derbarê rexneyên tund ên partiya mixalefê AFDyê yên li ser siyaseta koçberiyê, Bilger diyar kir ku wan piştî hilbijartinan siyaseta koçberiyê bi awayekî tund guherandiye.
Wî got, “Ev yek ji bo AFDyê pirsgirêkan çêdike, ji ber ku ew mijara xwe ji dest didin.
Pirsgirêkên me yên mezin li Almanyayê hene, bi taybetî ji ber koçberiya neyasayî. Pêwîstiya me bi siyaseteke din a koçberiyê heye û em wê yekê dikin.”
Bilger anî ziman ku rexneyên AFDyê ne tiştekî ecêb in û ew li ser rêya xwe berdewam dikin û siyaseta wan a koçberiyê ‘eşkere, mirovî û rêxistî’ ye.
Steffen Bilger bal kişand ser parastina sînoran û astengkirina hatina neyasayî û got ku dersînorkirin yek ji wan rêkaran e ku dê ji bo Sûriye û Afganistanê jî bê bikaranîn.
Wî got, “Em qebûl nakin ku ew kesên êşên mezin gihandin hinekên din, yên dijî dewleta me kar dikin li vir bimînin.”
Bilger derbarê rawestandina yekkirina malbatan de, anî ziman ku şiyana Almanyayê nema ye û divê hejmara koçberan were kêmkirin.
Parlamenterê Partiya Yekîtiya Xirîstiyanan (CDU) Steffen Bilger pirsên nûçegihana Rûdawê Ala Şaliyê bersivandin.
Rûdaw: Îro pirsên parlamentoyê gelek germ in, wekî pirsên budce û koçberan. Di pirsa koçberan de mixalewfetê rexneyên tund lê girtin ku partiya AFDyê dibêje, we ji bo kêmkirina koçberan tiştek nekiriye?
Steffen Bilger: Me ji hilbijartinên parlamentoyê heta destpêkirina karê hikûmeta nû, siyaseta koçberiyê bi tundî guherandiye. Û ev yek pirsgirêkan ji bo AFDyê çêdike, ji ber ku ew mijara xwe ji dest didin. Pirsgirêkên me yên mezin li Almanyayê hene, taybet ji ber koçberiya neyasayî.
Pêwîstiya me bi siyaseteke din a koçberiyê heye. Û em wê yekê dikin, ew jî ji bo AFDyê cihê nîgeraniyê ye, ji ber ku vê mijarê ji bo wan gelek deng peyda dikir. Loma jî rexneya AFDyê ne tiştekî ecêb bû, lê belê em li ser rêya xwe berdewam dikin. Siyaseteke koçberiyê ya eşkere, mirovahî û rêxistî, weke ku em herdem li vir dibêjin.
Rûdaw: Baş e, hûn 65 roj in li ser desthilatê ne. We heta niha çi di siyaseta koçberiyê de bicih kiriye?
Steffen Bilger: Bala me li ser parastina sînoran û redkirina wan kesên li ser sînoran e, astengkirina kesên hewl didin bi awayekî neyasayî bên Almanyayê.
Her wiha em li ser asta Ewropayê, ji bo siyaseteke baştir a koçberiyê kar dikin. Armanca me ew e ku siyaseteke koçberiyê ya hevgirtî hebe ku heta niha Almanyayê rêgirî lê dikir.
Her dewleteke li Ewropayê siyaseta xwe ya koçberiyê guhertiye, ji ber ku ya di salên borî de dihat birêvebirin, kar nedikir. Û ne dadperwerî ye, ji bo wan kesên pere didin qaçaxçiyan û tên vê derê.
Em dixwazin bala xwe bidin ser wan kesên di tengasiyan de û bi rastî pêwîstiya wan bi alîkariya me heye. Em dixwazin li gel Ewropayê kar bikin û çareseriyan bibînin. Xizmetkirina li Ewropayê jî gelek girîng e.
Lê belê mijar diyarkirina tundiyê li hemberî wan kesên niyeta wan ji bo welatê me xerab e, yên tundrew bin, dijî me bin, dijî dewleta me kar dikin, e. Xeteke zelal dijî wan kesan heye.
Rûdaw: Dersînorkirin?
Steffen Bilger: Dersînorkirin yek ji wan rêkaran e, ji bo Afganistanê, ji bo Sûriyeyê. Em qebûl nakin ku ew kesên êşên mezin gihandin hinekên din, yên dijî dewleta me kar dikin, li vir bimînin û ji bo welatên xwe neyên şandin. Belê, dersînorkirin yek ji wan rêkaran e.
Rûdaw: Belê we yekkirina malbata wan kesên ku mafê mana demkî wergirtine, ji bo du salan ragirt. Hûn dibêjin em dijî hatina koçberên neyasayî ne lê yekkirina malbatê bi awayekî yasayî bû. Çima we ev prose ji bo du salan rawestand?
Steffen Bilger: Li Almanyayê şiyana me nema. Di salên borî de hejmar gelek zêde bû. Heger em karibin hejmara daxwazên mafê penaberiyê bi nîvî kêm bikin jî hejmara wan kesên ku salane tên welatê me, di dawiyê de dibe bi qasî bajarekî mezin ê Almanyayê.
Êdî hêza me wek berê nîne. Mijar xweguncandin, kursên ziman û damezrandina wan kesan di bazara kar de ye. Divê em hejmarê kêm bikin, ji bo wê jî hejmarek rêkar hene, yek ji wan ragirtina yekkirina malbatê ye ji bo kesên mafê mana demkî wergirtine. Û ji sedî 90 ji wan, ji bo nimûne ji Sûriyeyê ne, helbet li Sûriyeyê her tişt baş nîne lê şer nemaye û gelek mirov vedigerin Sûriyeyê.
Ji ber wê yekê jî ne biryareke aqilane ye ku endamên malbatên wan jî werin vir. Heger yek endamê malbatê li Almanyayê be, ew nabe sedem ku divê giştî malbat were Almanyayê. Wê demê, yekkirina malbatê dikare li welatê wan bi xwe jî bê cîbicîkirin. Loma ew ji bo me yek ji rêkarên girîng e.
Rûdaw: Partiya Keskan dibêje ku vê yekê bandoreke neyînî li ser xweguncandinê kiriye. Dixwazim bizanim gelo hûn ji bo rewşên taybet lêkolînan dikin?
Steffen Bilger: Em li ser wê yekê li hev in ku heger rewşên awarte hebin, dikarin biryarên din bên dayîn. Pêwîst e mirov bifikire, divê malbat bi hev re be lê nabe ku her malbatek li Almanyayê bigihîje hev.
Ew jî beşek ji bazirganiya qaçaxçiyan e ku ew yek kesî pêşwext dişînin û tînin Almanyayê, da ku ew malbatê li dûv xwe bîne. Pêwîst e em modêla bazirganiyê ya qaçaxçiyan têk bidin, da ku em rêxistineke baş ava bikin.
Rûdaw: Girêdayî siyaseta derve ya Almanyayê, Serokwezîrê Almanyayê dibêje, pêwîst e Almanya vegere ser dika siyaseta navdewletî, rol û bandora wê hebe. Piştî hilbijartinan di heman rojê de serdana Polonya û Fransayê kir. Îro jî amaje bi wê daye. Baş e, cudahiya di navbera siyaseta derve ya we û siyaseta derve ya hikûmeta berê de çi ye?
Steffen Bilger: Helbet Almanya vegeriyaye ser dika siyaseta navdewletî, bi taybetî li Ewropayê gelek kes li benda wê bûn. Û Friedrich Merz karekî gelekî baş dike. Lê ne tenê ji ber siyaseta derve, ev yek ji bo Almanyayê jî girîng e. Wekî nimûne, Almanyayê roleke bihêz li hemberî Amerîkayê lîst, girêdayî şerê bacê.
Di nava Yekîtiya Ewropayê de em hewl didin bi hev re armancan bi dest bixin, bi taybetî jî pêwendiyên baş li gel Polonya û Fransayê ji erkên girîng in ku serokwezîr û hikûmeta berê piştguh kiribûn.
Serokwezîrekî me hebû, kêm li ser siyaseta derve kar dikir. Wezîrê derve hebû, bi helwesteke şîretkarî ji bo hemûyan şirove dikir ka ew çi tiştan biguherînin.
Niha rawêjkar Friedrich Merz û Wezîrê Karên Derve Johann Wadephul, gelek baş in û ji nêzîk ve di hemahengiyê de ne. Loma jî ew siyaseta derve bi yek helwestê dimeşînin û bi helwesteke eşkere ji bo wê kar dikin ku Almanya roleke baş li Ewropayê û cîhanê bilîze.
Rûdaw: Wekî hûn dizanin, artêşa Almanyayê perwerde û rahênanê bi Pêşmerge û artêşa Îraqê re jî dike. Ji bo hikûmeta nû ya Almanyayê çi qas girîng e ku Almanya berdewam be li ser piştgirîkirin û rahênankirina Pêşmergeyan?
Steffen Bilger: Ew ji bo me girîng e, ew ji bo me hevkarên girîng in. Em dizanin ku şerekî gelek zehmet tê kirin, bi taybetî li dijî hêzên Îslamîst ên tundrew. Loma jî divê em berdewam piştgiriyê bidin. Cihê dilxweşiyê ye ku hevkariyeke me ya baş heye. Loma jî hikûmeta federal a nû dê piştgiriyê berdewam bike.
Rûdaw: Ez têm ser pirsa budceyê, 500 milyar Euro deyn. Hûn çawa ji welatiyan û ciwanan re bersiv didin ku dipirsin çawa em dê vî deynî bidin? Gelo çima ev deyn pêwîst e?
Steffen Bilger: Rastî jî pêwîst e. Ez gelek caran şirove dikim, dema ez li herêma xwe digerim, yan di hin giftûgoyên din de, em dibînin ku pêwîst e em bêhtir ji bo şiyanên xwe yên berevaniyê kar bikin. Di deh salên borî de ne pêkan bû ku êrîşî me bihata kirin. Niha jî ne pêkan e lê guman heye ku êrîşî Almanyayê bê kirin.
Loma jî divê em bêhtir berevaniyê bikin, li Almanya û Ewropayê, û pereyê pêwîst amade bikin. Ji bo jêrxaneya xwe jî pêwîst e em bêhtir kar bikin, loma deynekî mezin divê.
Girîng e em wî pereyî wisa xerc bikin ku pirsgirêkên niha bi awayekî mayînde bên çareserkirin. Ne ku em fêrî deynkirina berdewam bibin. Rast e, em ji şiyanên xwe zêdetir dijîn, li ser asta federal, li herêman, li şaredariyan. Em li wê yekê jî difikirin ka em dikarin li ku derê pere xerc nekin.
Eger em bi vî awayî berdewam bikin, bi baweriya min em dikarin wê yekê pêk bînin ku ji bo nifşên bên baş be û em dê berpirsiyariya xwe jî bi cih bînin.
Rûdaw: Hûn zêdetir ji 150 milyar Euro ji bo berevaniyê terxan dikin. Çima hûn dixwazin berevaniya Almanyayê ewqas bi hêz bikin?
Steffen Bilger: Em di NATOyê de li hev kirine ku em dê zêdetir ji bo berevaniyê bikin, ji sedî 2yê dahata navxweyî. Pêwîst e Almanya jî zêdetir kar bike. Li Almanyayê “para aştiyê” hebû, dema eşkere bû ku pêwîstiya me bi artêşa Almanyayê ji bo operasyonên derve nîne, yan eger di qeyranên navxweyî de pêwîst be.
Me karîbû hejmara artêşa Almanyayê kêm bikin û pêwîstî jî nedikir ku ew qas kelûpelên me hebin. Bi rêya “para aştiyê” me karîbû kêmtir pereyan xerc bikin. Niha jî piştî wê qonaxa dilxweşker, em dîsa vedigerin serdema “Şerê Sar” û em zêdetir pêwîstiyê bi berevaniyê dibînin. Û ew pereyê mezin ji bo bihêzbûna me ya di nav NATOyê de ye.
Rûdaw: Almanya dixwaze di NATOyê de bihêz bibe. Hikûmeta reş û sor -CDU/CSU û SPD- jî dixwaze aboriya Almanyayê vejîne. Lê dibêjin deyn gelekî mezin e. Gelo girîng e ku ji bo aboriyê deynên mezin bên kirin?
Steffen Bilger: Bi rastî jî deyn gelek e. Ez bi xwe jî vê yekê zehmet dibînim, fraksiyona me jî. Em li ser wê yekê li hev in. Niha ya girîng ew e ku em wan deynan bi awayekî jîrane bikar bînin. Divê em li siyaseta Xiristiyanên Demokrat û Xiristiyanên Sosyalan vegerin ku divê budceyeke bihêz hebe.
Me bi salan deyn nedikirin lê dîsa jî me wekî pêwîst pere xerc dikir. Eger aboriya me dîsa bihêz bibe û ji qeyrana aborî derkeve -em sê salan di qeyrana aborî de bûn- wê demê dahata baca hikûmetê zêde dibe.
Divê em pereyan kêmtir xerc bikin û xerciyên mezin ên wekî siyaseta koçberiyê û alîkariyên civakî kontrol bikin. Piştre em dikarin dîsa budceya xwe bê deyn bi rêk bixin. Armanca me ev e.
Rûdaw: Pirsa min a dawî ji cenabê we ev e, gelo dê rola Almanyayê di çareserkirina qeyranên Rojhilata Navîn de hebe?
Steffen Bilger: Em berpirsiyariya xwe dibînin. Ji ber berpirsiyariya me ya dîrokî ya li hemberî Îsraîlê, roleke me ya taybet heye. Ev yek siyaseta derve ya li wê navçeyê hin caran hêsan nake lê her kes dizane ku berpirsiyariyeke taybet a Almanyayê heye.
Bi rêya wezîrê nû yê derve em dê beşdarbûna xwe bidomînin. Gelek tiştên nebaş, gelek derdeserî li Rojhilata Navîn hene. Lê hin pêşketinên erênî jî li wê derê hene û em dixwazin piştgiriya wan bikin.
Rûdaw