Spasnameya Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê

.

Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê bi boneya birêveçûna rêûresmên Newrozê li Rojhilatê Kurdistanê, rû li xelkê azadîxwaz û xweragir ên Kurdistanê, malbatên serbilind ên şehîdan û welatiyên Kurd ên rûniştî li derveyî welat, spasnaneyek belav kir.

Di beşeke vê spasnameyê de hatiye:

Newroza îsla ku ji aliyê Navenda Hevkariyê ve bi “Newroza Şoreşa Jîna”yê hatibû binavkirin, bû qadek din a xebat li dijî dîktatorî û desthilata reş û ehrîmenî ya Komara Îslamiya Îranê.

We têkoşerên bê rawestan, mafxwaz û xebatkar, tevî hemû cure rêgiriyên navendên ewlehî û serkutker ên rejîmê, bi lidarxistina rêûresmên Newrozê careke din bi yekîtiyê ve çendîn wate û peyamên netewî û nasnamexwazaneyên din nîşan da.

Xelkê Kurdistanê yên axabanû li ser mil, hewrî bi ser û gulên sor li dest, we xwedîtî ji tevgera siyasî û netewiya rewa ya xwe kir.

Malbatên serbilind ên şehîdan bi taybet şehîdên serhildana “Jîna”yê, her di rojên dawî yên salê de bi beşdariya gerim li çileya şehîdên nû yên şoreşa “Jîna”yê û piştre bi hilkirina agirê Newrozê û beşdarî li rêûresma “Çarşembesûrî” û amadebûna wan li ser tirba zarokên xwe yên şehîd, dane xuya ku gula şehîdan naçilmise û xebat û tekoşîna wan bo bidesdtveanîna mafên gelê Kurd berdewam e.

Çalakvanên çandî, wêjeyî û medenî jî bi şêwazên cuda yên wek birêvebirina rêûresmên netewî û nîştimanî û belavkirina pirtûkan li nav zarokan, ew zêdetir digel kultûra netewî, çand û kelepûra gelê xwe hevnas kirin.

Li derveyî welat jî, kurdên diyasporayê bi lidarxistina rêûresmên Newrozê dane xuya ku hemû derfetan dikin bi meydana xebat û tekîşîn li dijî dîktatoriya Komara Îslamî.

Li derheq xweragirî û parastina yekîtiya netewî ya me, Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê, destxweşiyê li we dike û pirozbahiya wan serkevtinan li we dike.

Kurdistan Haberleri

Mustafa Ozçelîk: Rêzdar Serok Mesûd Barzanî Ji Bo Kurd û Kurdistanîyên Cîhanê Mercîîyet e...
PWK Li Stenbolê Jenosîda Helebçeyê Bi Bîr Tîne
Serok Barzanî: 11ê Adarê roja naskirina fermî ya mafên gelê Kurdistanê ye
Koşka Spî şertê nemana şer eşkere kir: Teslîmbûna bêmerc
Asayîş û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê 200 dîl pev guhertin