SpaceXê ji bo Starlinkê serî li Hikûmeta Herêma Kurdistanê da

.

Wezareta Veguhastin û Gihandinê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku SpaceXê ji bo pêşkêşkirina xizmeta înternetê ya Starlinkê ya li herêmê serî li wan daye.

Hat ragihandin ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî bi kêfxweşî pêşwaziya vê pêngavê kiriye.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Veguhastin û Gihandinê ya Herêma Kurdistanê, SpaceXê destpêka meha Hezîranê ji bo ku xizmeta Starlinkê li Herêma Kurdistanê bi awayekî fermî pêşkêş bike serlêdana xwe kiriye.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku piştî hevdîtinên online 30ê Hezîranê rayedarên SpaceXê û şandeyeke pêwendîdar a Hikûmeta Herêma Kurdistanê li hev civiyane.

Şertên teknîkî û hiqûqî hatin gotûbêjkirin

Wezareta Veguhastin û Gihandinê destnîşan kir ku di civînê de kar û barên SpaceXê û rêkarên ku dê werin bicihanîn hatine gotûbêjkirin.

Her wiha şertên teknîkî û hiqûqî yên hikûmet û wezaretê yên ku berjewendiyên welatiyan diparêzin ji şirketê re hatine ragihandin.

Wezaretê anî ziman ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi erênî serlêdana SpaceXê pêşwazî kiriye û xizmeta înternetê ya ku dê bi rêya Starlinkê were pêşkêşkirin ji bo herêmê girîng dibîne.

Li ser navê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Birêvebirê Giştî yê Poste û Gihandinê, Serokê Daîreya Hiqûqê, Birêvebirê Ofîsa Taybet a Wezaretê û nûnerê Dîwana Encumena Wezîran beşdarî civînê bûn.

Li ser navê SpaceXê jî Berpirsê Rojhilata Navîn û rayedarê berpirsê pêvajoyên lîsansê yê şirketê amade bûn.

"Dê di xizmetên înternetê de cihêrengiyê çêbike"

Di daxuyaniya wezaretê de hat eşkerekirin ku SpaceX yek ji şirketên pêşeng ên teknolojiya gihandinê yên cîhanê ye.

Her wiha hat diyarkirin ku piştî temamkirina amadehiyên teknîkî yên pêwîst, pêşkêşkirina xizmeta Starlinkê ya li Herêma Kurdistanê dê ji bo cihêrengkirina xizmetên înternetê bibe gaveke girîng.

SpaceXa ku sala 2002yan ji aliyê Elon Musk ve hatiye damezirandin, kar û barên xwe wekî şîrketeke taybet a biçûk a roketan dest pê kiribû.

Îro SpaceX di qada teknolojiyên fezayê de bûye yek ji şirketên herî mezin.

Tora înternetê ya şirketê Starlink, bi zêdetirî 8 hezar peykî di nizmiya cîhanê de cih digire û li gelek welatên cîhanê xizmeta înternetê pêşkêş dike.

Rojhilta Navîn Haberleri

Amerîka: Tengava Hurmizê vekirî ye û Îran wê kontrol nake
Îraq, Sûriye û Amerîka li hemberî Tengava Hurmizê dê peymana xeta boriyê ya nû îmze bikin
Lapid ji ber 'plana Kurdan' rexne li Netanyahu girtin
Îran: Peymana bi Amerîkayê re îro nayê îmzekirin
Tehran tevlihev bû: Li Îranê krîza peymana bi Amerîkayê re û bangên îstifayê