Wezîrê Pêşmergeyan ê Herêma Kurdistanê Şoriş Îsmaîl ragihand ku ji sedî 95ê pêvajoya reforman a li Wezareta Pêşmergeyan qediyaye.
Şoriş Îsmaîl got ku êdî qonaxa dawî ya jinûveavakirina Hêzên Pêşmergeyan û yekkirina wan dest pê kiriye.
Bi çavdêriya Hêzên Koalîsyonê tetbîqateke leşkerî hat lidarxistin.
Ev tetbîqat bi boneya yekkirina Hêzên Herêma Yekem û Herêma Duyem ên Pêşmergeyan hat kirin.
Îro ji bo efserên Fermandariyên Herêma Yekem û Herêma Duyem ên Hêzên Pêşmergeyan merasîma "pêvajoya biryardayîna leşkerî" hat lidarxistin.
Ev pêvajo ji aliyê Hêzên Koalîsyona Navneteweyî ve hat organîzekirin.
Her wiha di çarçoveya reformên nav Hêzên Pêşmergeyan de hat eşkerekirin ku her du fermandariyên herêmî bi fermî bûne yek.
Wezîrê Pêşmergeyan di merasîmê de axivî û got, "Yekkirina Hêzên Pêşmergeyan ji bo gelê Kurdistanê serkeftineke mezin û çarenivîssaz e.
Ev yek di rêya avakirina artêşa neteweyî ya Kurdistanê de gaveke girîng e."
Wezîrê Pêşmergeyan Şoriş Îsmaîl axaftina xwe wiha domand:
"Em ji ber piştgiriya wan a di têkoşîna li dijî terorîstên DAIŞê de spasiya hevpeymanên xwe yên Koalîsyonê dikin. Di heman demê de em qedrê piştgiriya wan a ji bo pêvajoya reforman a Pêşmergeyan jî digirin."
"Pêşmerge ne tenê hêzeke çekdar e, nasnameya neteweyî ye"
Şoriş Îsmaîl destnîşan kir ku Pêşmerge ne tenê hêzeke leşkerî ye û wiha pê de çû:
"Pêşmerge ne tenê hêzeke çekdar a demkî ye. Pêşmerge, nasnameya neteweyî ya Kurdan e.
Erkê wê ne tenê parastina Herêma Kurdistanê ye. Me di şerê li dijî DAIŞê de dît ku mirovahî jî parast. Di qada navneteweyî de jî wekî hêzeke pêbawer tê qebûlkirin."
"Pêşmerge çi qas xurt be aramiya herêmê jî ew qas xurt dibe"
Şoriş Îsmaîl qala yekkirina Hêzên Pêşmergeyan kir û got:
"Pêşmerge ji aliyê leşkerî ve çi qasî xurt be, ewlehî, aştî û aramiya herêmê jî ew qasî xurt dibe.
Pêşmerge îro di pêvajoya avakirin û bipêşketina avahiyeke neteweyî de ye ku dê hebûna Herêma Kurdistanê biparêze.
Di bin banê wezaretê de avakirina du herêmên leşkerî û 11 lîwayên piyadeyan, ji bo avakirina Artêşa Neteweyî ya Kurdistanê gaveke girîng e."
Şoriş Îsmaîl diyar kir ku xurtkirina kapasîteya leşkerî ya Pêşmergeyan bi teknolojiya modern yek ji stratejiyên bingehîn ên wezaretê ye û got:
"Bi saya piştgiriya bi pêşengiya Hêzên Koalîsyonê û Amerîkayê em Hêzên Pêşmergeyan dikin yek û em dixebitin da ku li ser asta neteweyî bigihîjin asteke baştir."
"Pêvajoya reforman a Pêşmergeyan ji sedî 95 temam bû"
Şoriş Îsmaîl piştî merasîmê di civîna rojnamegeriyê de axivî.
Wî diyar kir ku pêvajoya reforman a li Wezareta Pêşmergeyan bi piranî temam bûye û got:
"Pêvajoya reforman a li Wezareta Pêşmergeyan ji sedî 95 temam bû. Êdî em gihîştin qonaxa dawî ya jinûveavakirina Hêzên Pêşmergeyan û yekkirina wan.
Yekkirina hêzan pêvajoyeke çarenivîssaz e û ev pêvajo dê bidome."
"Peymana 4 salî ya bi Amerîkayê re Îlonê bi dawî dibe"
Wezîrê Pêşmergeyan qala pergala parastinê û piştgiriya koalîsyonê jî kir û ev agahî dan:
"Em hêvî dikin ku em paşerojê Hêzên Pêşmergeyan hîn bêtir bi pêş bixin.
Peymana 4 salî ya ku di navbera Wezareta Pêşmergeyan û Wezareta Parastinê ya Amerîkayê de hatiye îmzekirin, Îlona îsal bi dawî dibe.
Em dixebitin da ku piştgiriya hevpeymanên Koalîsyonê bidome."