SOHR: Tirkiyeyê êrişî derdora Bendava Tişrînê kir

.

Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku îro ber destê sibê, droneke xwekuj a Tirkiyeyê li gundewarê rojhilatê Helebê êrişî derdora Bendava Tişrînê kiriye.

Hat ragihandin ku li herêmê dengekî teqîneke bihêz hatiye bihîstin lê derbarê ziyanên canî zanyarî nehatine bidestxistin.

SOHRê her wiha da zanîn ku li gundewarê rojhilatê Helebê, li eniya Dêr Hafirê di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û komên çekdar ên "Artêşa Niştimanî" de pevçûnên bi çekên giran û navîn derketin.

Li aliyê din, SOHRê ragihand ku li gundewarê Hisîçayê piştî komên çekdar ên "Artêşa Niştimanî" hewl daye derbasî eniya li gundê Til Lebenê yê nêzikî bajarokê Til Temirê bibin, di navbera wan û hêzên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê de şer û pevçûn derketine.

Li gorî SOHRê di encama pevçûnan de herî kêm 2 çekdar birîndar bûne.

Ev şer û pevçûn di demekê de tên ku aloziya leşkerî li gelek eniyên bakur û rojhilatê Sûriyeyê zêde dibe.

SOHRê da zanîn ku 29ê Tebaxê jî droneke xwekuj a Tirkiyeyê êrişî derdora eniya Syriatelê ya li nêzîkî Bendava Tişrînê kiriye.

Kurdistan Haberleri

PWK: ‘’Çerçewe Yasa’’ berdewamîya ‘’pêvajoya’’ tunehesibandina miletê Kurd, mijûlkirin û paşguhkirinê ye
Taktîkên nû yên Îranê û kêmbûna mûşekên Amerîkayê
Li Dihokê yekemîn tanka "made in Kurdistan" hat berhemanîn: B70
Parêzgerê Hesekê û rêxistinên navneteweyî vegera xelkê Serê Kaniyê gotûbêj kir
Serokê PWKê Mustafa Ozçelîk  di derbarê ‘’Yasaya Çerçeweyê’’ û ‘’pêvajoya heyî’’ de bîr û rayên PWKyê anî zimên