SOHR: Tirkîye Êrîşên li Sûrîyê Didomîne

.

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) îro Pêncşemê ragihand ku hêzên Tirk êrîşên xwe yên li Sûrîyê didominîn.

SOHR’ê dîyar kir ku hêzên Tirk û komên bi piştgirîya wan li gundê Qoronfel ya li rojavayê Tilebyadê û li Eyn Îsa ya li Reqa êrîş li dar xistine.

Li gor ragihandina SOHR’ê bi wan êrîşan li Eyn Îsa navenda belavkirina avê pûç bûye.

Jêderên SOHR’ê dîyar dikin ku hêzên Tirk êrîş birine ser El Şuyuh ya Kobanê jî.

Ew jêder dibêjin droneke Tirkîyê êrîş biriye ser enîyeke Sarîn ya Kobanî.

Di êrîşên dawî yên li Reqa û Kobanê de ti kesî canê xwe ji dest nedaye û ser xisara madî jî hin tiştekî zelal nayê zanîn.

Jêderên SOHR’ê çend saetên berî dîyar kiribû ku droneke Tirkîyê li Bendava Tişrîn ya li Minbic ya li rojhilata Helebê êrîş biriye ser sîvîlan û 5 kes birîndar kirine.

Jêder: SOHR

Kurdistan Haberleri

Çar welat amadekariyan bo vekirina nûneratiyên xwe li Hewlêrê dikin
Li Zaxoyê bi 22 milyon dolaran kargeheke dermanan tê avakirin
HISÎÇA - Suryan ji bo maf û zimanê xwe rabûn ser pêyan
Nameyek girîng a Barzanî bo balyozê Amerîkayê (1965):
Deriyê xwe ji Belçîkayê re girtibû: Cîhan pesnê qelevanê Kurd dide