SOHR: Li Şêx Meqsûd 300 sivîl bi şêweyekî hovane hatin girtin

.

Hêzên girêdayî "Hikûmeta Demkî" li taxa Şêx Meqsûd a Helebê zêdetirî 300 sivîl girtin û bi dehan sivîl rûbirûyê sivikatiyên giran û reftarên dijmirovî bûne.

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan (SOHR) belav kir, piştî ku komên çekdar ên girêdayî Hikûmeta Demkî derbasî taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Helebê bûn, dest bi operasyonên girtinê yên berfireh kirin. SOHR’ê ragihand, herî kêm 300 sivîl di şert û mercên giran de hatine girtin û rûmeta wan hatiye binpêkirin.

Sivikatiyên nijadperest û reftarên hovane

Rewangeh destnîşan kir jî, çekdarên van koman bi şêweyekî gelekî xerab nêzîkî sivîlan dibin. Çekdar sivikatiyên giran û nijadperest li sivîlên Kurd dikin û hewl didin wan biçûk bixin. Di girtevîdyoyên ku torên civakî belav bûne de, tê dîtin ku sivîl li ber dîwarekî hatine komkirin û çarenûsa wan ne diyar e.

Çarenivîsa jin û zarokan ne diyar e

Li gorî agahiyên ji herêmê, piştî kontrolkirina her du taxan, çekdaran dest bi girtina mêran kiriye. Lê belê heta niha çarenivîsa bi sedan jin û zarokan nayê zanîn. Hat diyarkirin ku bi dehan kes winda ne û malbatên wan di nava tirs û xofeke mezin de ne. 

Herwiha Rewangehê rexne li saziyên navdewletî girt ku li hemberî van binpêkirinên pergalî bêdeng dimînin. Hat destnîşankirin ku ev kiryar ne bûyerên takekesî ne, lê belê planeke ji bo tirsandina sivîlan û guhertina demografîk e.

Kurdistan Haberleri

Hikûmeta Herêmê: Bexdayê encamên serjimêriyê bi yekalî guhertin û rêjeya Kurdistanê daxist
Wezareta Pêşmergeyan: Êdî parastina asmanê Herêma Kurdistanê erkê Îraqê ye
Kombûna Zanyarên Azad şevbûherek hunerî û helbestî lidardixîne
Nêçîrvan Barzanî bangî ciwanan kir: Şaşiyên me dubare nekin, cesaretê nîşan bidin
Serok Barzanî: Eger peyman neyê bicihanîn em di hikûmetê de namînin