SOHR: Kompaniyên Tirk ji ser Efrînê çekdarên Sûrî veguhestin Azerbaycanê

SOHR: Kompaniyên Tirk ji ser Efrînê çekdarên Sûrî veguhestin Azerbaycanê

 

Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) li ser zanyariyên çavkaniyên xwe ragihand ku kompaniyên Tirkiyê yên ewlehiyê çekdarên ji Sûriyê ji ber Efrînê ve veguhestine Azerbaycanê ku piraniya wan jî ji Turkmenan pêk tên.

Li gorî ragihandina SOHRê heta niha 320 çekdarên Sûrî bo Azerbaycanê hatine şandin ku ew jî bi rêya kompaniyên ewlehiyê yên tirk hatine veguhestin.

SOHRê herwiha daye zanîn ku piraniya wan çekdaran ji regeza turkmen in û bi hinceta doza niştimanî bikin çûne Azerbaycanê.

Berî du rojan jî SOHRê belav kiribû ku beşeke din ji çekdarên Sûrî gihîştine Azerbeycanê.

Hat diyarkirin ku beşa ewil a çekdarên bo Azerbaycanê hatine şandin ji Efrînê derbasî Tirkiyê bûne û ji wir jî çûna wan bo Azerbaycanê hatiye amadekirin.

Hêjayî gotinê ye ji 27ê Îlonê ve li Qerebaxê di navbera Azerbaycan û Ermenistanê de şer dest pê kiriye û ji herdu aliyan jî windayî hene ku civaka navdewletî banga rawestandina wî şerî û vegera li dîyalogê dike.

Rojhilta Navîn Haberleri

Rêberê Şîe bangî Kurd û Suniyan kir: Ji Amerîkayê bawer nekin
Fuad Husên û Hakan Fidan xurtkirina pêwendiyan gotûbêj kirin
Fîdan û berpirsên Îraqê civiyan: Çekdanîn û mijara Şingalê hatin gotûbêjkirin
Bexda û Şamê li hev kir: Ji bo ewlehiya sînor komîsyoneke hevpar tê avakirin
Fermandarê CENTCOMê: Komên çekdar ên Îraqê mûçeyên xwe didin Îranê