SOHR: Di şerê Qerebaxê de hejmara çekdarên kuştî derket 72yan

SOHR: Di şerê Qerebaxê de hejmara çekdarên kuştî derket 72yan

Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihand ku hejmara kuştiyên çekdarên Sûrî yên girêdayî Tirkiyê di şerê Qerebaxê de derket 72 çekdaran û beşeke din jî bo şandina Azerbaycanê têne amadekirin.

SOHRê beriya niha bi zarê çavkaniyên xwe ragihandibû ku di 48 saetên dawî de 36 çekdarên Sûrî di şerê Qerebaxê de hatine kuştin ku li gorî rapora dawî ya SOHRê hejmara çekdarên kuştî derketiya 72 kesan.

Herwiha SOHR daye zanîn ku beşeke din ji çekdaran bo şandina Azerbaycanê têne amadekirin ku dibe di nav çend saetan yan jî rojên nêzîk de bigihin Azerbaycanê.

Li gorî SOHRê heta niha li derdora hezar û 200 çekdarên bi ser Tirkiyê ve gihîştine Azerbaycanê.

 

Rojhilta Navîn Haberleri

Rêberê Şîe bangî Kurd û Suniyan kir: Ji Amerîkayê bawer nekin
Fuad Husên û Hakan Fidan xurtkirina pêwendiyan gotûbêj kirin
Fîdan û berpirsên Îraqê civiyan: Çekdanîn û mijara Şingalê hatin gotûbêjkirin
Bexda û Şamê li hev kir: Ji bo ewlehiya sînor komîsyoneke hevpar tê avakirin
Fermandarê CENTCOMê: Komên çekdar ên Îraqê mûçeyên xwe didin Îranê