SOHR: Artêşa Tirk li şûna xalaka ‘Meer Hetat’ li başûrê Idlibê xaleke nû ava kir

.

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand, artêşa Tirkiye li şûna xalên çavdêriyê yên vedikişe ku ji aliyê hêzên rejîmê ve ketin bin dorpêçê, xalên nû yên leşkerî vedike.

Li gorî SOHRê leşkerên artêşa Tirkiyê ku ji xala çavdêriyê ya Meer Hetat a li ser rêya M4 ya navbera Heleb-Şamê ku dikeve başûrê Idlibê vedikişin. Berî niha jî artêşa Tirkiyê xala Morekê vala kiribû.

SOHR da xuyakirin ku hêzên artêşa Tirkiyê li şûna wan xalên vala dikin xalên nû ava dikin û niha li gundê Dêr Sunbul ê başûrê Idlibê xaleke çavdêriya leşkerî hatiye avakirin.

Herwiha ajansa rûsî RTyê jî ragihandiye ku hêzên Tirkiyê biryar dane xala xwe ya "Qubtan El-Cebel" ya li gundewarê rojavayê Helebê ku wek xaya 3yan tê naskirin, vala bikin.

 

Rojhilta Navîn Haberleri

Îranê mercên dan û standinên bi Amerîkayê re eşkere kirin
PWKyê Li Amed, Mêrdîn û Batmanê Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî Pîroz Kir
PWK li Amedê beşdarî civîna çapemenîyê ya Komeleya Şêx Seîd bû
Putin ji Ehmed Şer re got: Me her tim yekparçeyiya axa Sûriyeyê parastiye
Çendîn welatan firîna balafirên xwe û serdana xelkê xwe bo Îranê ragirtin