Siyaseteka taybet a Rûsya jibo pirsa kurd li Rojhilata navîn tune ye

Şandeya ENKS bi Bogdanov re civiye

 

Şandeya Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKS ku bi serdaneka fermî li Rûsiyayê ye, îro (28.06.2016) li gel Mîxayîl Bogdanov, alîkarê wezîrê derve yê Rûsiyayê jibo kar û barên Rojhilata Navîn û Efrîqayê civiye.

Kamîran Haco, serokê komîteya peywendiyên derve di ENKS de, di ragihandeka çapemenî de got ku; di civîna ku nêzîka demjimêr û nîvê xayand de, rewşa Sûriye, pêşveçûnên Kurdistana Rojava û têkliyên dulayene hatin alogorkirin.


Girngîyeka taybet di civînê de, bi pirsên vegera "pêşmergiyên rojava" jibo Kurdistana Sûriyê, û yekrêzkirina tevgera kurd li vî beşê welatê me, hatiye dayîn.


Rûsiya hevpeymaneka bihêz a rejîma Esed e. Herçende ku peywendiyên Moskoyê bi rêveberiya PYD re baş in, lê wê, heta niha, danepêdan bi vê rêveberiya "de facto" nekiriye.

Rûsiya siyaseteka xwe ya taybet jibo pirsa kurd li Rojhilata navîn tune ye.

(E.B)

Rojhilta Navîn Haberleri

Tiramp dibêje Komara Îslamî yan dibe tev daxwaziyên me cîbicî bike yan wê ji nav biçe
Siûdiye: Di êrîşa li ser Firokxaneya Şah Xalid de 12 kesan canê xwe ji dest da
Türkiye’den İsrail’e “456 gemi seferi”
Şkefta Kereftûyê: Gewhereke veşartî ya dîrokê û cîhê Hercules
Ultîmatoma Amerîkayê ya ji bo welatan: ‘Yan Îran yan Washington, hilbijêrin’