Sîyaseta Derve ya Amerîkayê Şikest!

​​​​​​​Têd Kiroz, di bersiva pirsyareke Lorî Mîlroy, nûçegihana Kurdistan 24 e, li Washingtonê, ragehand: Sîyaseta Derve ya Amerîkayê şikest, çunku piştêvanîya serxwebûna Kurdistanê nekir.

Têd Kiroz, Sanatorê komarîyên Emerîka di bersiva pirsyareke Lorî Mîlroy de nûçegihana Kurdistan24 li Waşitunê ragehand: Sîyaseta derveya Emerîkayê şikest çunku piştîavanîya serxwebûna Kurdistanê nekir.

Têd Kiroz di simînarekê de li peyamangeha Hedsin a Emerîkayî ragehand: Kurd û hêza Pêşmerge, milbimlê Emerîkayê rawestane û pişikdarbûne li berengarbûna djimnên Emerîkayê û Pêşmergey selmandîye ku hêzeke bi bandore li ser Erdê û got: Sîyaseta derveya Emerîkayê şikest anî, çunku piştîvanîya dewleta serbixwe ya Kurdî nekir.

Amaje bi wê yekê jî kir ku berê wî helwêsta xwe derbarê dewleta serbixwe ya Kurd ragehandibû û tekez kiribû ku pêwîste Emerîka piştîvanîya dewleta Kurdî bike.

Ragehand jî: Herçende Kurdistana serbixwe, Îraq, Îran û Tirkiyê nîgeran dike, lê sîyaseta derveya Emerîkayê divêt hizra xwe bixe ser asayşa neteweyîya Emerîkayê. Di vê çarçovê de jî Kurd milbimlê Emerêkayî rawestaye û xwîm rêjtîye û qurbanî daye.

Têd Kiroz got jî: Pêwîste Em piştîvanîya Kurdistan serbixwe bikîn û hîvîdarim wê yekê bibînîn.

Têd Kiroz, sînatoreke dîyar ê komarîyên Emerîkayê ye û nûnerînîya wîlayeta Têksas dike. Di helbjiartinên serokatî ya Emerîkayê de li sala 2016 yek bû ji berbijêrên komarîyan, lê di helbijartinên berahîyê yên navxweyîyên komarîyan nekarî bibe kandîdê sereke.

 

Amerîka Haberleri

Trump û Putin civîna xwe wekî ‘berhemdar’ û ‘erênî’ bi nav dikin
Elon Musk damezirandina 'Partiya Amerîkayê' ragihand
Dengên teqînan li Tehranê hatin bihîstin
Îraq, Qeter, Kuweyt û Behreynê qadên xwe yên asmanî girtin
Li Kanadayê otomobîlekê xwe da nav festîvalê: Gelek mirî û birîndar hene