Li gorî daxuyaniya desteyê ya ku serê sibeha îro Yekşemê (11ê Cotmeha 2026an) hat belavkirin; êrîşa hovane ya ku duh piştî nîvro li ser Firokxaneya Navdewletî ya Şah Xalid pêk hatiye, bûye sedema canjidestdana 12 kesan û birîndarbûna 309 kesên din.
Li gorî heman daxuyaniyê, ji wan 12 kesên jiyana xwe ji dest dane, çar ji wan welatiyên Siûdiyê ne û heşt kesên din jî biyanî ne. Nasnameya kuştiyên biyanî wiha ye: 2 welatiyên Bangladeşê, welatiyekî Amerîkî, welatiyekî Misrî, welatiyekî Urdinî, welatiyekî Sûrî, welatiyekî Filistînî û welatiyekî Sûdanî.
Desteyê da zanîn, birîna beşek ji wan 309 birîndaran giran e û niha li çend nexweşxaneyên cuda tên dermankirin. Herwiha hat diyarkirin ku ziyaneke berbiçav a madî jî gihiştiye firokxaneyê û lêkolîn ji bo destnîşankirin û texmînkirina qebareya ziyanê didomin.
Di beşeke din a daxuyaniyê de hat ragihandin, bi hevahengiyê ligel aliyên pêwendîdar, hemû geşt û tevgera asmanî ya Firokxaneya Navdewletî ya Şah Xalid bi awayekî demkî hatiye rawestandin. Hat aşkerekirin ku heta nirxandina ziyanê bi dawî bibe û ji ewlehiya tevahiya beş û salonên firokxaneyê piştrast bibin, dê qada asmanî ya firokxaneyê girtî bimîne.
Desteya Giştî ya Firokvaniya Sivîl a Siûdiyê tekez kir ku ev kiryar di çarçoveya êrîşên berdewam, aşkere û neheq de ye ku binesazî û firokxaneyên sivîl ên Siûdiyê dikin armanc.
Ev êrîş di demekê de ye ku roja pêncşema borî jî Firokxaneya Riyadê rastî êrîşeke Hûsiyên Yemenê hatibû ku di encamê de çar kes hatibûn kuştin; ji wan yek pîlotekî Hêla Asmanî ya Siûdiyê bû.
Ev zincîreya êrîşan piştî wê yekê tê, Hûsiyan qada asmanî ya Siûdiyê wek 'herêma operasyonên leşkerî' ragihandiye û hişyarî da kompanyayên firokavaniyê. Ev gava Hûsiyan jî piştî wê yekê hat ku hêzên hikûmeta Yemenê bi piştevaniya Hevpeymaniya Erebî, ji bo vegerandina kontrola deverên derdora Tengava Bab Elmendebê operasyoneke berfireh dabû destpêkirin. (K24)