Sirwe Mihemed: Îraq nikare komên çekdar kontrol bike

.

Parlamentera Îraqê ya ji Fraksiyona Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Sirwe Mihemedê ragihand ku Îraq nikare komên çekdar kontrol bike.

Demên dawiyê gelek caran bi dronan êrişî bîrên petrolê yên li Başûrê Kurdistanê tê kirin û kesî ev êriş nexistine stûyê xwe.

“Guh nadin desthilatê”

Sirwe Mihemedê derbarê mijarê rexneyên tund li rewşa ewlehiyê ya Îraqê girtin û ragihand:

 "Tevî ku desthilateke giştî heye û serokwezîr fermandarê giştî yê hêzên çekdar e jî em dibînin ku hinek mîlîsên din ên li derveyî yasa û desthilatê hene ku guh nadin desthilatê."

Wê destnîşan kir ku hikûmeta Îraqê nikare wan komên çekdar ên ku li derveyî yasayê kar dikin kontrol bike.

“Îraqê nikare wan çekdaran kontrol bike”

Sirweyê da zanîn ku Îraq û Herêma Kurdistanê bûne qurbaniyên kiryarên wan mîlîsan û êrişên bi dronan ên vê dawiyê jî beşek ji zextan in ji bo rêkeftinê û biland:

"Em dibînin ku gelek caran Îraq û Herêma Kurdistanê dibin qurbaniyên wan mîlîsên ku li derveyî desthilatê ne.

Ez dikarim bibêjim ku hikûmeta Îraqê nikare wan çekdaran kontrol bike."

Sirwe Mihemed amaje pê kir ku êrişên bi dronan ên li ser Herêma Kurdistanê ne nû ne û berê jî xelkê sivîl û baregehên partiyan kiribûn armanc lê niha bîrên petrolê jî bûne hedef.

Wê bi bîr xist ji bo şopandina êrişan komîteyek hatiye avakirin lê heta niha ti rapor negihiştine parlamentoyê.

Sirwe Mihemedê ev êriş wekî "zexta li ser Herêma Kurdistanê" bi nav kirin û anî zimên:

"Her dema ku pirsgirêk di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de çêdibin, bê guman zextek li ser Herêma Kurdistanê çêdibe."

Wê di dawiyê de got ku gelek caran "ajandayên siyasî û derve" dibin sedema aloziyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de û rê li ber çareserkirina pirsgirêkan digirin.

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Komeke Berxwedana Îslamî berpirsiyariya êrişên li Dihok û Hewlêrê li xwe girt
Stephane Dujarric: Di du rojên pêşiyê yên şer de zêdetirî 100 hezar kesan ji Tehranê derketine
Êrîşên esmaniyên Îsraîl û Amerîka bo ser binke û cebilxaneyên rêjîmê bi tundî berdewam in
Serok Barzanî: Raperîn hilgira peyama azadîxwazî û îradeya jiyana bi serbilindî ye
PDK: Divê hemî alî bo tenahiya Herêma Kurdistanê û parstina destkeftiyên me bixebitin