Şirketên asmanî yên Tirkiyeyê bi awayekî demkî hinek seferên xwe yên ber bi Herêma Kurdistanê ve betal kirin.
Gelek rêwî li Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê mane û li hêviya biryara şirketan in.
Karzan Mihemedê ji Silêmaniyê ye ku niha li balafirgehê ye, ji Rûdawê re qala rewşa xwe kir.
Karzan Mihemed da zanîn wî dixwest bi zarokên xwe re bi balafira Turkish Airlinesê bi awayê transît vegere Brîtanyayê û got:
“Ji me ti maîl nehatiene lê dîsa jî li balafirgehê ji me re hat gotin ku sefer betal bûne."
Karzan Mihemed destnîşan kir ku rawestandina seferan ji nişka ve bûye û got:
"Divê em di dema xwe de vegerin Brîtanyayê çimkî karê me heye û zarok jî dê herin dibistanê. Ji ber vê yekê pêwîst bû şirketê berê em agahdar kiriba."
Li gorî lîsteya seferan a Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê, îro şirketên asmanî yên Turkish Airlines, AJet û Pegasusê seferên xwe betal kirine.
Sedema betalkirina ji nişka ve ya seferan jî êrişên Îranê yên li Hewlêrê ne.
Ji ber êrişên Supaya Pasdaran a Îranê, balona çavdêriyê ya Hêzên Koalîsyonê ya li ser Balafirgeha Hewlêrê û pergala wê ya birêvebirinê têk çûne.
Li Silêmaniyê tenê seferek betal bûye
Her wiha li Silêmaniyê îro saet 09:00an sefereke xeta asmanî ya AJeta Tirkiyeyê hebû.
Lê li gorî lîsteya seferan a Balafirgeha Navneteweyî ya Celal Talebanî ew sefer jî betal bûye.
Birêvebiriya Balafirgeha Celal Talebanî ji Rûdawê re got:
"Betalkirina sefera AJetê ya Tirkiyeyê li ser daxwaza şirketê bûye. Lê ji bo îşev saet 02:00an sefereke xeta asmanî ya Pegasusê ji Silêmaniyê ber bi Tirkiyeyê ve heye û heta niha ev sefer nehatiye betalkirin."
Xeta asmanî ya Fly Erbilê seferên xwe ranewestandine
Birêvebirê şirketa asmanî ya Fly Erbilê Lawend Memundî jî li ser mijarê ji Rûdawê re daxuyaniyek da.
Lawend Memundî da zanîn ku şirketa wan dê îro 4 seferan bike û got, "3 sefer ên Almanyayê ne û seferek jî ji bo Tirkiyeyê ye."
Memundî destnîşan kir ku ew ji rewşa herêmê agahdar in û wiha domand:
"Seferên me dê bidomin. Em piştrastiyê didin rêwiyên xwe ku dê sefer wekî xwe bin û ti sefer nayên betalkirin."
Şeva borî Balyozxaneya Amerîkayê ya li Îsraîlê hişyarî da welatiyên xwe yên li Rojhilata Navîn.
Balyozxaneyê ragihand ku egera destpêkirina ducare ya aloziyan li herêmê heye û dibe ku seferên asmanî werin betalkirin.