Şirketa petrolê ya Kanadayî ShaMaran Petroleumê ragihand ku wan ji ber xerabbûna rewşa ewlehiyê ya li herêmê, wan li qadên petrolê yên Etrûş û Sersingê yên Herêma Kurdistanê hilberîn û hinartina petrolê ya bi rêya xetên boriyan bi awayekî demkî rawestandiye.
Şirketê diyar kir ku ev biryar wekî tedbîreke pêşwext hatiye standin.
Armanca vê yekê parastina ewlehiya karmendan û parastina jêrxana qadên petrolê ye.
ShaMaranê di daxuyaniya xwe de her wiha da zanîn ku ew bi hevparên xwe yên navneteweyî re rewşê ji nêzîk ve dişopînin.
Hat ragihandin ku piştî şert û mercên ewlehiyê careke din guncav bibin dê xebatên wan ji nû ve dest pê bikin.
Aloziyên li Rojhilata Navîn
Ev biryara şirketê di demekê de ye ku aloziyên jeopolîtîk ên li Rojhilata Navîn zêde bûne û bandoreke mezin li sektora enerjiyê dikin.
Van rûdanan wisa kir ku gelek şirketên petrolê yên li Herêma Kurdistanê dixebitin rîskên ewlehiyê ji nû ve binirxînin.
ShaMaranê li ser cûre û hûrgiliyên gefên ewlehiyê ti agahî nedan.
Lê belê bêaramiya van demên dawî ya li herêmê, fikarên li ser ewlehiya qadên petrolê û berdewamiya hinartina petrola xav zêde kirine.
Rojane 70 hezar bermîl petrol dihat hilberandin
ShaMaran Petroleum, yek ji wan şirketên biyanî ye ku di sektora petrola Herêma Kurdistanê de dixebite.
Şirket xwediya ji sedî 50yê Qada Petrola Etrûşê û ji sedî 18ê Qada Petrola Sersingê ye ku her du jî li sînorê parêzgeha Dihokê ne.
Etrûş wekî yek ji qadên sereke yên petrola Herêma Kurdistanê dertê pêşiya me.
Sersing jî van salên dawî bûye yek ji navendên girîng ên hilberîna petrola xav a herêmê.
ShaMaran û hevparên wê beriya biryara rawestandina xebatan, li her du qadan rojane nêzîkî 70 hezar bermîl petrol hildiberand.
Ji vê rêjeyê 40 hezar bermîl li Qada Etrûşê û nêzîkî 30 hezar bermîl jî li Qada Sersingê dihatin hilberandin.