Sipaha Pasdaran: Em ji destpêkê heta dawîyê agahdarê operasyona kuştina Silêmanî bûn

Fermandarê Hêzên Esmanîya Sipaha Pasdaran Emîr Elî Hacîzade ragehand, ji destpêka operasyonê heta dawîyê agahdarê plana kuştina fermandarê hêza Qudsê Qasim Silêmanî bûn.

Navenda Nûçeyan- Emîr Elî Hacîzade ji çapemenîya Îranê re ragehand, balefirekî bê balefirvan a MQ-9 ji binkeya leşkerî ya Salim a esmanî ya Kuwêtê rabû ber bi Bexda re birêket.

Emîr Elî Hacîzade got, li çar binkeyên leşkerî ve, ku 3 ji wan nav axa Iraqê de ne, balefirên şer bo beşdarbûna li proseya kuştina Qasim Silêmanî rabûn.

Hacîzade got, ji destpêkê ve em agahdarê rabûna balefiran bûn û me çavdêrîya wan kir. ‘’Me dizanî dê operasyonekî pêkbînin. Lê me nezanî operasyon bo kuştina Qasim Silêmanî bû.’’

Roja 03.01.2020ê artêşa Amerîkayê bi rêya balefirekî bê balefirvan ve karwanekî çekdarî yê Heşdî Şeibî li balefirgeha Bexdayê bombebaran kir. Encamê de cîgirê serokê Heşdî Şeibî Ebu Mehdî Muhendîs û fermandarê hêza Quds a ser bi sipaha pasdaran Qasim Silêmanî û 9 berpirs û çekdarên din ên Heşdî Şeibî hatin kuştin.

 

 

 

Rojhilta Navîn Haberleri

Îran: Peymana bi Amerîkayê re îro nayê îmzekirin
Tehran tevlihev bû: Li Îranê krîza peymana bi Amerîkayê re û bangên îstifayê
Sûriye dixwaze bibe alternatîva Tengava Hurmizê
Li Mêrdînê pêşangeha alternatîv a pirtûkên Kurdî hat vekirin
Îran bi lezgînî tunelên xwe yên mûşekan nûjen dike