Sînorên rojava û rojhilat; Tirkiye xwe bi dîwaran digre!

Tirkiye vêga jî dê li sînorê xwe û Îranê dîwar ava bike.

Qunciknivîsarê rojnameya Tirk a Hurrîyetê Abdulkadir Selvi di nivîsa xwe ya îro de ”Li dijî terorê tedbîrên girîng” de dinivsîne; Tirkiye ji bo ku rê li ber êrişên xwekujî û çalakiyên bombeyî yên PKK û DAIŞê bigire li sînorê xwe û Sûriyeyê dîwar ava kiribû. Tirkiye vêga jî dê li sînorê xwe û Îranê dîwar ava bike."

Selvi dinivsîne; "Kampên PKKê yên Mako, Dambat, Navur, Kotr, Kanîreş û Şehidan li sînorê Tirkiye yê Îranê hene. Li van kampan de derdora 800-1000 çekdar dimînin. Ev têne Tirkiyeyê û çalakiyan dikin. Dema ku artêşa Tirk li ÇiyayêTendurekê operasyonan dike ev çekdarên PKKê diçin van kampan. Ji bo ku rê li ber vê bigirin li sînorê Agirî û Îdirê wê 70 kîlometro dîwar were bilindkirin û yên mayîn jî wê bi kuleyên çavdêrî û bi telan were girtin û ji serî hetanî dawî dê were ronîkirin." 

Wek dihê zanîn Abdulkadir Selvî rojnamevanekî nêzî AKP û hukimetê dihê naskirin.

Sînorên Tirkiyê bi Sûrîyê re rojavayê Kurdistanê û yê bi Îranê re jî rojhilatê Kurdistanê ye; Tirkiye berê bi mayînan van 'sînorên' diparast îcar bi dîwaran diparêze.

Hemû nivîs bi tirkî

http://www.hurriyet.com.tr/yazarlar/abdulkadir-selvi/terorle-mucadelede-yeni-onlemler-40450452

Rojhilta Navîn Haberleri

Îranê mercên dan û standinên bi Amerîkayê re eşkere kirin
PWKyê Li Amed, Mêrdîn û Batmanê Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî Pîroz Kir
PWK li Amedê beşdarî civîna çapemenîyê ya Komeleya Şêx Seîd bû
Putin ji Ehmed Şer re got: Me her tim yekparçeyiya axa Sûriyeyê parastiye
Çendîn welatan firîna balafirên xwe û serdana xelkê xwe bo Îranê ragirtin