Şingal - Kevirê bingehîn ê gundê nû yê Koçoyê hat danîn

.

Kevirê bingehîn ê projeya gundê nû yê Koçoyê bi merasîmekê hat danîn. 

Projeya gundê Koçoyê ji 134 malên komî pêk tê û dê bê pere li xelkê were belavkirin.

Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî bi rêya vîdeokonferansê tevlî merasîmê bû.

Sûdanî eşkere kir kir ku dê piştgiriya wan a li Kurdên Êzidî berdewam bike.

Projeya gundê nû yê Koçoyê ji 65 donim erdan pêk tê û dê 134 malên komî bên avakirin.

Di projeyê de navenda tenduristiyê, dibistan û hemû xizmetguzariyên din hatine bicihkirin.

Mihemed Şiya Sûdanî di merasîmê de eşkere kir ku dê çend projeyên nû li herêma Şingalê bi cih bikin.

Li gorî gotina Sûdanî dê dest bi avakirina Nexweşxaneya 100 Textî ya Şingalê û Nexweşxaneya Sinûnê bikin. 

Sûdanî amaje bi wê yekê jî kir ku dê projeya avê ya Rebiyê jî bi cih bikin û dê xizmetguzariyên wan ji bo xelkê herêmê berdewam bikin.

Proje li ser 65 doniman hatiye avakirin

Alîkarê Parêzgarê Nînowayê Refet Simo li ser projeyê ji Rûdawê re axivî.

Refet Simo amaje bi wê yekê kir ku di projeya gundê Koçoyê de dibistan û hemû xizmetguzariyên din hene.

Rêxistina Navneteweyî ya Koçberiyê (IOM), Nadia Murad, Bernameya Pêşketinê ya Neteweyên Yekbûyî (UNDP) Ajansa Pêşketina Navneteweyî (USAID) a Amerîkayê fonên alîkariyê dane avakirina projeya gundê nû yê Koçoyê.

Gundê Koçoyê girêdayî navçeya Şingalê ye.

Tebaxa 2014an DAIŞê êrişî gundê Koçoyê kir û 400 mêrên gund qetil kir û zêdeyî 700 keç û jinên gund revandin. 

Heta niha jî gelek jin û keçên Êzidî yên ji gundê Koçoyê bêserûşûn in.

Kurdistan Haberleri

Xalid Ezîzî: Ji bo cihgîrkirina demokrasiyê li Îranê de em bi hemû aliyên re di diyalogê de ne
TAYBET - Dr. Areş Cewdekî: Diyasporaya Îranî hebûna Kurdistanê red dike
Bavê Felek 37 sal berê xatirê xwe xwest û ji nav me bar kir
Li şûna Heşdî Şebiyê artêş li sînorê Herêma Kurdistanê hat bicihkirin
Amerîkayê bangî karmendên konsulxaneya xwe ya Edeneyê kir: Derkevin