Şingal: Dîsa kuştin dîsa hev gunehbarkirin!

Li Komalgeha Xanesorê ya Şingalê alîgirên PKKê li dijî Leşkerê Roj xwepêşandan kirin û di dema aloziyan de xwepêşandanekê jiyana xwe jidest da û çend kes jî birîndar bûn.

Peyamnêrê Rûdawê li Şingalê Tehsîn Qasim ragihandîye, îro komek xwepêşanderên alîgirên PKKê li Komalgeha Xanesorê li hember Pêşmergeyên Rojava xwepêşandak kirine û li ser vê yekê alozî derketiye. Di dema aloziyan de gule hatine teqanidn û di encamê de jinekê bi navê Nazê Nayif Qewal jiyana xwe jidest daye û hejmareke xwepêşanderan jî birîndar bûne.

Fermandarê Fermandeya Du ya Leşkerê Roj Qadir Şêx Memî ji Rûdawê re ragihandîye, îro Sêşemê 14-03-2017ê, PKKê ji bajarê Dêrîka Rojavayê Kurdistanê bi gelek otomobîlan alîgirên xwe veguhestiye Komalgeha Xanesorê ya Şingalê da ku li dijî wan xwepêşandanekê saz bikin. “Ji bo rûbirûnebûna xwepêşanderan polîsê çalakiyên medenî guleyên plastîkî û rondikrêj bikaranîn.”

Fermandarê Leşkerê gotîye; ji bo rewş aloztir nebe çi ji destê wan tê dikin û diyar kirîye; “Wî ji pêşmergeyên xwe re gotiye bi ti awayî guleyan bernedin. Ji ber ku kontrolkirina rewşê erkê polîsê çalakiyên medenî ye.”

ANF  jî dibêje; ”Êzidiyên li bajarokê Xanesorê yê Şengalê li hev civiyane, ji bo şermezarkirina êrîşên PDKê meşiyane. Çekdarên PDKê teqe li xwepêşanderên Şingalê kirine; endama meclîsa Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Nazê Naîf Qaval jiyana xwe ji dest da, 10 kes jî birîndar bûne.”

Rojhilta Navîn Haberleri

Tirkiye | Di meha dawî de 16 hezar Sûriyeyî hatin dersînorkirin
Parlementoya Ewrûpayê ‘qanûna li hemberê şiddeta ser jinê’ qebûl kir
Baregeha Heşdî Şebiyê hatibû bombebarankirin: CENTCOMê daxuyanî da
Îran piştî Jîna Emîniyê dîsa qedexeyê tund dike
Pentagon Em daxwaz ji Kongressê dikin bûdceya sîstema berevaniya asmanî ji Herêma Kurdistanê re pesend bike