Sînem Mihemed: Em Nêçîrvan Barzanî wekî piştevan dibînin

.

Nûnera Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) a Amerîkayê Sînem Mihemedê ragihand ku ew Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî wekî piştevan dibînin.

Nûnera MSDyê ya Amerîkayê Sînem Mihemedê ragihand ku ew ji daxuyaniyên Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî yên derbarî  Rojavayê Kurdistanê kêfxweş in.

"Pêwîstiya me bi piştgiriyeke zêdetir heye"

Sînem Mihemedê spasiya xwe ji bo helwesta Nêçîrvan Barzanî anî ziman û daxwaza piştevaniyeke mezintir kir û got:

“Bi baweriya min, gotarek bû ku pêşwaziyeke baş lê hat kirin. Pêwîstiya me bi wê heye ku em li hemû parçeyên Kurdistanê piştevaniyeke wisa bibînin.

Ez dixwazim spasiya Rêzdar Nêçîrvan Barzanî bikim ji bo gotinên wî.

Ez her tim wî wekî piştevan dibînim. Pêwîstiya me bi piştgiriyeke zêdetir ji bo doza Sûriyeyê û Kurdan li bakurrojhilatê Sûriyeyê heye.”

"Pêwendiyên wî yên dîplomatîk baş in"

Sînem Mihemedê herwiha bal kişand ser rola dîplomatîk a Nêçîrvan Barzanî û pêwendiyên wî yên li gel welatên herêmê û got:

"Her wekî Herêma Kurdistanê ku pêwendiyên wî yên baş û dîplomatîk li gel gelek welatên herêmê hene, di nav de Tirkiye, Sûriye û welatên din ên Ereban.”

RUDAW

Kurdistan Haberleri

Hikûmeta Herêmê: Bexdayê encamên serjimêriyê bi yekalî guhertin û rêjeya Kurdistanê daxist
Wezareta Pêşmergeyan: Êdî parastina asmanê Herêma Kurdistanê erkê Îraqê ye
Kombûna Zanyarên Azad şevbûherek hunerî û helbestî lidardixîne
Nêçîrvan Barzanî bangî ciwanan kir: Şaşiyên me dubare nekin, cesaretê nîşan bidin
Serok Barzanî: Eger peyman neyê bicihanîn em di hikûmetê de namînin