Sine | Lêpirsîn li ser 4 mamosteyên endamên sendîkayê hat destpêkirin

.

Li gorî raporên Rêxistina Mafê Mirov a Hengawê, di çarçoveya zextên sîstematîk ên li ser mamosteyên Kurd de, 4 endamên Komeleya Pîşeyî ya Mamosteyên Kurdistanê li Sineyê, roja Pêncşemê, 28ê Tebaxa 2025an, ji aliyê îstixbarata Ferecayê (Hêza Înfazê ya Komara Îslamî ya Îranê) ve hatin gazîkirin û lêpirsîn li wan hat kirin.

4 mamosteyên ku hatine gazîkirin ev in: Loqman Efzelî, Selah Hacî Mîrzayî, Mecîd Kerîmî û Nesrîn Kerîmî. Ev mamoste di demên dawî de ji aliyê Wezareta Perwerdehiyê ya Îranê ve rastî cezayên giran ên weke îxrackirin û teqawidbûna bi zorê hatine. Gazîkirin û gefxwarina li van mamosteyan piştî banga "Komîteya Gel a Piştgiriya Mamosteyên Dersînorkirî li Kurdistanê" ji bo lidarxistina meşeke protestoyî pêk hat.

Li ser vê bangê, roja Înê, 29ê Tebaxa 2025an, li Sineyê bi beşdariyeke berfireh, çalakvanên sivîl û komên çiyageran meşeke protestoyî hat lidarxistin. Beşdarên meşê piştgiriya xwe ya xurt ji bo mamosteyan nîşan da û li dijî zext û cezakirina wan nerazîbûna xwe anîn ziman.

Ev çalakî di demekê de tên ku zextên li ser endamên sendîkayên mamosteyan li Kurdistanê zêde bûne, û heta niha gelek mamoste bi biryarên weke îxrackirina daîmî, bidûrxistina ji kar û sirgûnkirinê hatine cezakirin.

Kurdistan Haberleri

Îran daxwaza sîstema "S-400" ji Rûsyayê dike
Pêwendiyên PDK û YNKyê roj bi roj aloztir dibin
Serok Barzanî û Elî Zeydî bi telefonê axivîn
Dayîkên li Qamişloyê li benda zarokên xwe ne: 'Doz doza kezebê ye'
Geştên hewayî li ser rêya Kerkûk-Enqereyê ji nû ve dest pê dikin