Hêzên ewlehiyê yênÎranê li navçeya Sewlawayê ya parêzgehaSineyê gule li otomobîlekê reşandine ûxortekî 15 salî miriye û bavê wî jî bi giranîbirîndar bûye.
Bûyer êvara Pêncşemê li nêzîkî gundêDerekê yê navçeya Sewlawayê yaparêzgeha Sineyê ya Rojhilatê Kurdistanêrû daye.
Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê dazanîn ku hêzên parêzvanên sînor ên Îranêgule li otomobîla welatiyekî bi navê EhmedHasenî reşandine.
Hat ragihandin ku Ehmed Hasenî li gelmalbata xwe ji baxçeyê xwe ber bi malaxwe ve diçûye.
Di reşandina guleyan de Ehmed Hasenî bigiranî birîndar bûye û kurê wî yê 15 salî yêbi navê Sam jî miriye.
Li gorî agahiyan, termê Sam veguhastinNexweşxaneya Bûeliyê ya li bajarêMerîwanê.
Ehmed Hasenî jî li heman nexweşxaneyê dibin çavdêriya bijîşkan de ye û tê tedawîkirin.
Heta niha aliyên pêwendîdar li ser sedemareşandina guleyan ti agahî belav nekirine.